CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da 2020-04-22 16:12:31   ENQERE – CHP’ê ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.   CHP çend roj berê ragihandibû ku dê ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê ku girtiyên siyasî nehatibûn daxilkirin dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide. Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engîn Altay îro têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û Altay ragihand ku ew ê îro wek CHP’ê ji bo betalkirina guhertina yasayê înfazê serî li AYM’ê bidin.   Piştî daxuyaniya Altay, Parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir ji bo betlakirina guhertina înfazê di warê rê û rêzikê de serî li AYM’ê da.