Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike 2020-04-23 09:04:42     ENQERE – Hevberdevka Komîsyona Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Hediye Karaaslan da zanîn ku AKP li dijî şaredariyên HDP’ê û CHP’ê bi sînordardarkirina rayeya xwe sûc dike.   Îqtîdara AKP’ê şaredariyên HDP’ê bi îdiaya “terorê” sûcdar kir û qeyûman tayin kir. AKP niha jî şaredariyên CHP’ê ku li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) têdikoşin wek “rêxistina paralel” pênase kir. Hevberdevka Komîsyona Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Hediye Karaaslan mijarê nirxand û destnîşan kir ku di hilbijartinên xwecihî yên par de AKP hêza xwe winda kir û ji bo vê windahiya xwe kamûfle bike serî li rayeya sînordarkirinan dide.   Karaaslan diyar kir ku AKP nikare pêdiviyên welatiyan dabîn bike û di vê pêvajoya zehmet de derket holê ku plansaziyek ekonomik a AKP’ê nîne û got: “AKP dibîne ku hildiweşe û tune dibe, niha jî hin bêtir bi polîtîkaya li dijî şaredariyên muxalefetê vê yekê xwe bêtir da nîşandan. Ev yek jî êrîş û gefa li dijî şaredariyan bi xwe re tîne.”   EWIL LI DIJÎ HDP’Ê DEST PÊ KIR   Karaaslan da zanîn ku îqtîdarê di vê pêvajoya dijwar de ewil êrişî şaredariyên HDP’ê kir û qeyûm tayînî ser 8 şaredariyên wan kir û got: “Îqtîdar karê xwe pêwîst nekir. Vê carê jî dewleta civakî derket holê. Di rewşên asayî de divê dewletên civakî di rojên zor û zehmet de pêdiviyên bingehîn ê xelkê dabîn bikin. Lê dema mirov li AKP’ê dinêre ji dabînkirina pêdiviyên xwelkê wêdetir, ketiye pey xilaskirina karsaz û sermayeye û wan ji xwe re esas dibîne. Ev jî têr nekir, rabû di bin navê piştevaniyê de alîkariyê ji welatiyan xwest. Di serdemek ku divê dewlet piştevanî û alîkariya xelkê xwe bike, lê ji welatiyan li benda alîkariyê ne.”   ‘AKP RAYEYA XWE BI KAR TÎNE’   Karaaslan destnîşan kir ku AKP pêvajoya şewba koronayê ji xwe re veguherandiye fersendê û wiha got: “AKP di vê pêvajoya de otorîsteya xwe zêde kir û li pey berjwendiyê xwe ye. Îro jî şaredariyên CHP’ê wek şaredariyên me di hedefa AKP’ê de ne. Niha jî dixwaze şaredariyên CHP’ê bêdeng bike. Bi awayek ecêb xizmeta tê kirin wek ‘di nav dewletê de xwe dike dewlet’ şîrove dike. Di Qanûna Bingehîn de çarçoveya wezîfeyên rêveberiyên xwecihî diyar kiriye. Lê îqtîdara AKP’ê li dijî şaredariyên HDP’ê û CHP’ê bi sînordardarkirina rayeya xwe sûcê qanûna bingehîn dike.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Karaaslan anî ziman ku li dijî terza rêveberiya otoriter û yekperest a AKP’ê divê têkoşîna tifaqa demokratîk were xurtkirin û heke hemû sazî û rêxistinên demokrasiyê li kêleka hev bisekinin dikarin ji van polîtîkayên AKP’ê rizgar bibin.   MA / Bêrîvan Altan