Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin 2020-04-23 16:59:14   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku Meclîsa Yekemîn xwedî pir rengî û pir dengî bû û wiha got: "Meclîsa Yekemîn di Destûra Bingehîn a 1921'an de Xweserî di zagonê de bi cih kir û mîsoger kir. Ger ku hûn rizayê dixwazin, yekîtiyê dixwazin wê demê divê hûn muzakereyê qebûl bikin."     Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di Rûniştina Taybet a 23'ê Nîsanê ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê pêk hat de axivî. Sancar, diyar kir ku di meclisa yekemîn de pir dengî û pir rengî hebû û di Destûra Bingehîn a 1912'an de Xweserî di zagone de bi cih kirin û mîsoger kirin. Wê demê welat di bin dagirkeriye de bû. Têkoşîna Neteweyî ya Tirkiyeyê berdewam dikir. Wê demê şert pir giran bûn. Di van şertan de kongreyên herêmî dihatin lidarxistin. Li hemû herêmên welat civînên kongreyan dihat li dar xistin. Bi van kongreyan têkoşîna neteweyî dihat organîzekirin. Rêya diçe avakirina meclîsê jî di van kongreyan re derbas dibe.    Sancar, anî ziman ku wê demê û di wan şertan de wekheviya bawerî, civakî, nijadî, fikrî hebû û wiha got: "Di vê mijarê de meclisek pir rengî û pirdengî bû. Bê guman wê demê jî kêmasî hebûn. Lê dîsa ku em ji wêrojê li îro binerin divê em muhaseya wê bikin. Ez wê demê yên herî kêm dihatin dîtin binav bikim. Şêxên Mevlevî, Nakşıbendî hene. Abdullah Çelebî heye. Seyid Diyar Aga yê Dersimî heye. Endamên Lazistanê heye. Laz û Kurd hene. Ereb hene. Hemû reng, bawerî, nijad û nirxên civakî hebûn. Wê demê van mirovan bêyî ziman, çand, nasname û rengê xwe veşêrin, bi nasnameya xwe diketin meclîsê."    DI MECLÎSA EWIL DE SERDESTIYA GEL HEBÛ    Sancar, anî ziman ku di Meclisa Ewil de serdestiya Gel hebû û wiha lê zêde kir: "Bingeha meclîsa ewil li ser Serdestiya Gel hatibû avakirin. Raste digotin serdestî bê qeyd bê şert û merc ya gel e. Wisa bû. Lê piştre hat guhertin. Di destûra Bingehîn a sala 21'an de pênazseya Gelperestî lê zêde kirin. Rêgeza Serdestiya Gel, tê wateya ku gel bi rêve dibe. Di her qadê û astê de gel tev li rêveberiye dibe û vîna gel esas tê girtin. Piştî meclis hat avakirin 10 meh şûnde di zagona Destura Bingehîn de ev yek hat mîsogerkirin. Pergala ku vîna gel esas digire, Modela Demokrasiyê hat avakirin.    RÊVEBERIYA MUZAKEREYAN   Sancar,  heri dawî anî ziman ku ger pir dengî, pir curetiyê û yekîtiya gelan dixwazin wê demê divê muzekareyan qebûl bikin. Sed sal berê heta 19'ê Nisana 1921’an 109 zagon hatin sazkirin. Ev hemû bi navê xwe zagonen musemma bûn. Ne zagonê torbe bûn. Her zagonek navekî wê hebûn. Her zagon li gorî usûl û muzakereyan dihat sazkirin. Ji ber wê meclisa çêkirina zagonan bû. Bi Destûra Bingehin a sala 1921'an piraniya erkan xistin destê rêveberiyên herêmî. Wê demê reveberiya otorîter qebûl nekirin. Erk û rayeya destê rêveberiyên herêmî nedan navendê. Dijberî vê yekê der barê Xweseriye û Rêveberiya xweseriyê de bi awayekî berfireh hat sazkirin.b Rêveberiya xwe ji heremî saz dikir."    BINGEHA DESTÛRA 21'AN SERDESTIYA GEL E   Sancar, herî dawî anî ziman ku bingeha Destûra Bingehîn a sala 1921'an li ser “Serdestiya gel' û “Çareseriya Pirsgirêka Kurd' hatiye avakirin û wiha got: "Helwesta Mustafa Kemal a li hemberî Pirsgirêka Kurrd diyar bû. Mustafa Kemal Paşa di ferq û giraniya pirsgirêka kurd de bû. Ev dispart xal û rêgeza Serdestiya gel. Hewl da bi fikra demokrasiye çareser bike. Vîna gel û demokrasiya herêmî esas girt. Îro jî ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê ev 2 xalên bingehîn têkeve meriyetê. Divê li ser van herdu xalan em bibin yek. Serdestiya gel demokrasiyê diparêze. Demokratîkbûna heremî diparêze. Divê dîsa ev şert û pergal bê avakirin. Divê her kes wekî hev û xwedî heman maf bin. Divê her kes wekî hev xwedî nirx û qîmet be. Li gorî vê yeke divê ji aliyê Destûra Bingehin ve maf bê parastin û mîsogerkirin. Lê Meclisa îro pir dûrî vê yekê ye. 100 sal berê rêveberiya herêmî pir bi hêz bû. Lê sed sal şûnde em bi feraseta ku hêza rêveberiyên herêmî tasfiye dikin re rû bi rû ne. Ev yek nayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûm nayê qebûlkirin. Dive meclîsek bi hêz bê avakirin. Ger ku em îro meclisek bi hêz ava nekin, Dê sedsala 1921’an dê betir bi bê qûwet be. "