‘Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin’ 2017-12-24 09:20:25 ENQERE – Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Manîsayê danişîna yekemîn a doza 138 HDP’iyên tên darizandin temaşe kir, destnîşan kir ku dadgehê xwestiye serketina 7’ê Hezîranê ya HDP’ê bidarizîne û wiha got: “Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin.”    Li Manîsayê danişîna yekemîn a doza 57 jê girtî 138 HDP’iyan pêk hat. Piştî girtineke 22 mehan şûn de danişîn pêk hat û di danişînê de 25 kes hatin berdan û biryara berdewamiya girtina 32 kesan hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Parêzer Ayşe Acar Başaran jî doz şopand û çavdêriyên xwe yên der barê danişînê de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    Bşaran, destnîşan kir ku tenê ji ber kurd û HDP’î ne 138 HDP’î hatine dariznadin û ev tişt gotin: “Tu şensekî wan ê ku van mirovan di heman dosyeyê de bînin gel hev tune ye. Tenê hêleke wan a hevpar heye ew jî HDP’î ne. Ji ber vê di vê dozê de ya hatiye darizandin HDP ye, xebatên HDP’ê ne. Di îdianameya 900 rûpelî de xebatên fermî yên di tuzuka HDP’ê de cih digirin sûc hatine hesibandin.”    ‘DIVIYA HEMÛ HEVALÊN ME BIHATANAN BERDAN’    Başaran balê kişand ser dema girtina HDP’iyan ku piştî girtineke 22 mehan şûnde hatin dadgehkirin û got ku divê kesên girtî evqasî girtî nemînin û demildest îdianameyên wan bên amadekirin. Başaran dest nîşan kir ku girtin ne înfaz e, tevdîr e lê belê pêvajoyên girtinê yên endamên partiyan veguherîne înfazê. Başaran ji bo HDP’iyên ku dadgehê biryara berdewamiya girtina wan da jî got ku diviya dadgehê hemûyan berdana.    ‘HDP LI SER PIYAN E’   Başaran dest nîşan kir ku armanca van operasyonan rawestandina  xebatên HDP’ê ye û wiha axivî: “Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê belê bi ser neketin. Hîn jî li Manîsayê rêveberiya me heye û xebatên me didomin. Ew dixwazin xebatên HDP’ê bisekinin, muxalefetiyê nekin, deriyên xwe biqefilînin, lê belê wê bi ser nekevin. Dibe ku birêveberina xebatên me hêdî bûbe, lê belê wê nikaribin bi van operasyonên HDP’ê bitepisînin.”    ‘PARÊZIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ BINGEHÎN E’    Başaran, anî ziman ku li dadgehê neqebûlkirina parêziya bi zimanê dayikê nayê qebûlkirin. Başaran got ku parêziya bi zimanê dayikê ne mafekî huqûqî, mafekî bingehîn e.    Di îdianmeyê de çûyîna dawetê û pêvekirina xelatê jî wek alîkariya rêxistinê hatiye hesibandin. Başaran bertek nîşanî vê yekê da û got ku di îdianameyê de gelek tawanbariyên bi vî rengî hene û wan wek “nirxandinên deraqilî” şîrove kir.  Başaran diyar kir ku rayedarên payebilind ên AKP’ê çûne daweta dozgerê ku îdianame amade kiriye û ev tişt gotin: “Nexwe ewçax em jî AKP’iyên ku çûne daweta dozger wek ‘AKP hewl dide darazê têxe bin serweriya xwe’ birnixînin. Di çanda me de çûyîna dawetan û pêvekirina xelatê tiştekî xwezayî ye. Hevalekî me yê din di telefonê de peyva ‘gelan’ bi kar aniye û dozger vê peyvê wek ‘tevgera cudabûnê’ nirxandiye. Ev ne huqûqî û ehlaqî ye. Parastina vê yekê bixwe zul e.”    Herî dawî Başaran diyar kir ku wê roj bê dê mirov henekên xwe bi van îfadeyan bikin.    MA / Bariş Boyraz