Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya 2020-05-10 12:57:21   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bi telefonê li malbata zarokê ku polîsan li navçeya Nisêbînê bi çekan da ser pişta wî geriya û peyama piştevaniyê da malbatê. Sancar, anî ziman ku dê şopdarê bûyerê bin.      Dîmenê polîsan li Navçeya Nisêbînê bi çekan da ser pişta zarokekî û xwest wî binçav bike du li ser medya civakî hat parvekirin. Dîmenê polîsan ê ku bi çekê da ser pişta zarok di medya civakî de jî belav bû û bû sedema bertekên civakê. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Mithat Sancar, bi telefonê li malbata zarokê ku polîsan li navçeya Nisêbînê bi çekan da ser pişta wî geriya û peyama piştevaniyê da malbatê. Sancar, anî ziman ku dê şopdarê bûyerê bin. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê piştre têkildarî hevdîtina Sancar agahî parve kir û wiha got: "Dîmenên polisan ên li diji zarokên Kurd ên 5-10 salî ku tundî, nifrîn heye u dibe sedema înfialê hat parvekirin. Sancar bi bavê zarokê ku polîsan ew dirsand Mehmet Erdal re axivî û peyama piştevaniyê parve kir.    Buroyê diyar kir ku bavê zarok agahi daye Sancar û gotiye "Kurê min pir tirsiya ye. Bi rojan ricifiye."