HDP dixwaze di 11'ê Sibatê de Enqereyê bihejîne 2017-12-24 09:25:45 ENQERE - Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê diyar bû. Tê payîn ku dê di 11'ê Sibatê de bi beşdariya 25 hezar kesî kongre bê lidarxistin û li her derî ji bo kongreyê seferberî hat îlankirin.   Partiya Demokraktîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn pêk bîne. HDP demek dirêj e ji bo kongreyê xebatê dimeşîne, piştî dîroka kongreyê diyar bû, dest bi xebatên teknîkî kir. Dê kongre li Eywana Werzîşê ya Enqereyê ya herî mezin bê lidarxistin û tê payîn ku 25 hezar kes beşdarî kongreyê bibe.   BI SEDAN KES VEXWANDIN   Dê ji derveyê welat û hundurê welat bi sedan kes beşdarî kongreyê bibin. Gelek nivîskar û rewşenbîrên navneteweyî yên metnek weşandin û xwestin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî û wekîl serbest bên berdan, ji bo tev li kongreyê bibin hatin vexwandin. Di nava kesên hatin dawetkirin de, lîderê efsaneyî yê Bakurê Îrlandayê Gerry Adams jî heye. Dîsa ji Herêma Federal a Kurdistanê hemû berdevkên partîyên siyasî jî dawetî kongreyê hatin kirin.   JI AKP Û MHP'Ê RE CIH TUNE   Dîsa li gelek welatên Ewropayê gelek partiyên siyasî dawetî kongreyê kirin, ji ber polîtîkayên ku AKP û MHP demek dirêj e dimeşîne, dawetî kongreyê nehatin kirin.    DÊ ENQEREYÊ BIHEJÎNIN   Li gorî xebat û amadekariyên ku tê kirin, dê qasî 25 hezar kes beşdarî kongreyê bibin û li gorî wê plansazî tê kirin. Ji ber ku endamtî û wekîltiya Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatibû betalkirin, Kongreya Awarte ya 2'yemîn di eywaneke 150 kesî de hatibû lidarxistin. Ji ber wê partî dixwaze di meha Sibatê de bi beşdariyeke mezin kongreya xwe pêk bîne û li dijî zextên ku 2 sal e dewam dikin, peyama "em li ser piyan e" bide.   Li gorî agahiyên ku hatine girtin, piştî kongre pêk hat dê ji bo OHAL rabe û pêvajoya demokratîk bi pêş keve, pêvajoya seferberiyê bê destpêkirin.   PIŞTÎ KONGREYÊ CIVÎNÊN DAWÎ   Berî kongre bê lidarxistin, dê di 26'ê Kanûnê de bi beşdariya hemû hevserokên bajaran dê civînek bê lidarxistin û dê pêvajoya kongreyê bi rêveberan re bê nirxandin. Pişt re dê di 3 û 4'ê Çileya 2018'an de, civîneke girtî ya koma Meclisê pêk bê. Dîsa berî kongreya mezin dê di 3-4'ê Sibatê de li herêmê 15 konferans bên lidarxistin û li Enqereyê jî dê 2 rojan di asta konferansê de konferans bên lidarxistin. Encamên van konferansan jî dê rojeva kongreyê bin.   MA / Hayrî Demîr