Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê 2020-05-11 13:16:19 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterên HDP’ê bûyera ku polîsan da pey zarokan û zexta derûnî li wan kirin birin rojeva Meclîsê û diyar kirin ku tundiya polîsan a li dijî zarokên kurd didome. Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, Semra Guzel û Tûma Çelîk bûyera ku polîsan li taxa Firatê ya Nisêbînê bi pey zarokan kirin, gule berê hewa dan û tundiya derûnî li ser zarokên taxê kirin û desteserkirina zarokê 8 salî yê B.E. birin rojeva Meclîsê. Parlamenteran bi pêşniyazpirsên pêşkêşî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kirin û derbarê vê mijarê de pirs jê kirin û xwestin bibersivîne. Parlamenteran da zanîn ku tundiya polîsan a li dijî zarokên kurd didome û travma li ser travmayê li dijî zarokên kurd pêk tê.