Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan? 2020-05-11 13:17:37   EDENE – Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, rewşa girtiyê nexweşê şizofren Yilmaz Altinok ê bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” girtiye, birin rojeva Meclîsê.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Edenê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, rewşa girtiyê nexweşê şizofrena giran Yilmaz Altinok ê bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” li Afyonkarahîsarê girtiye birin rojeva Meclîsê. Parlamenteran di pêşniyarpirsa dan de wiha gotin: “Ligel ku rapora Yilmaz a tenduristiyê heye jî nayê berdan. Altinok di sala 2003’yan de bi nexweşiya şîzofrenê dikeve. Ji ber vê nexweşiyê ji sedî 80 liv û tevgera xwe winda kiriye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike. Her ku diçe rewşa wî giran dibe û divê tavilê bê berdan.”   Parlamenterên HDP’ê, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs kirin:   “* Gelo çima girtiyê nexweşê giran Yilmaz Altinok nayê berdan?   * Ji bo berdana Yilmaz Altinok gelo hûnê bikevin nava hewldanan?   * Gelo hûnê derbarê rêveberiya saziyê ya ku mafê Altinok binpê dike de, lêpirsîn bidin dest pê kirin?   * Ji bo girtiyên nexweş çi bergirî hatine girtin?   * Gelo ne berdana girtiyên nexweşên giran ji bo raya giştî û hiqûqê çi îfade dike?   * Di girtîgehan de çend girtî û hikumxarên nexweş hene?   * Rewşa girtî û hikumxarên nexweş di kîjan astê deye û çend girtiyên nexweşiyên wan giran di girtîgehan de hene?   * Di 10 salên dawî de, çend girtî û hikumxarên nexweş ên nehatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dan?   * Ji bo girtiyên nexweş bên berdan tu hewldan û xebateke we heye?”