Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye 2020-05-12 09:15:41 AGIRÎ - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de, daxwaza hevpar a gelê kurd e û got: "Ên ji bo vê daxwaza gelê kurd nebin bersivê wê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cih bigirin."  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de ku bi rêya telefonê ragihandibû nirxand.    Ozturk, anî ziman ku Ocalan tevgerên kurd hemûyan vexwandiye yekîtiya neteweyî û got, li Rojhilata Navîn ji bo gelê kurd bibe xwedî gotin, şert e li Kurdistanê li ser asasekî demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî gav bên avêtin. Ozturk, destnîşan kir ku an jê wê wê ev firsenda sedsalî û destkeftiyên kurdan ku bi bedêlên giran bi dest xistine têkevin talûkeyê. Ozturk, got: "Tunekirina van destkeftiyan, tê wateya ku gelê kurd sedsalê din jî winda dike. Kîjan partiya ku temsîliyeta gelê kurd dike dibe bila bibe, mecbûr e li ser asasê vê rastiyê gav bavêje. Em nabêjin hema em sibê kongreyê kom bikin. Lê êrîlên niha tenê ne li ser perçeyekî ne, êrîşên li ser gelê kurd in. Li her perçeyî divê li dijî êrîşên li ser hebûna gelê kurd deng bê bilind kirin. Loma tişta ku Ocalan dixwaze bêje; heger em yekîtiyaa neteweyî çênekin wê tenê ne Herêma Kurdistana Federe an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê desteftiyên Kurdistanê hemû winda bikin."    BERPIRSIYARIYA DÎROKΠ   Ozturk, diyar kir ku berê li Kurdistana Federe tenê 2 noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hebûn lê belê niha ev hejmar bûye 30 û got, bi vî rengî hebûna îstxibarata Tirkiyeyê ne ji bo bejewendiyên gelê kurd e. Ozturk, bibîr xist ku ê cara ewil li dijî referandûma li Kurdistana Federe derket Tirkiye bûye û got: "Heger gelê kurd bi yek bûna, wê hemû perçe piştgirî bidana referandûma li Başûr. Wê nikaribûna ev qasî êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikirana. Wê li Kurdistan Rojhilat her roj ev qas ciwanên me nehatana daliqandin. Yanî heger Kongreya Yekîtiya Neteweyî bihata çêkirin, wê encamên girîng rû bidana. Lê hê jî ne dereng e. Ocalan, careke din bang li her kesî kir û her kesî vexwand dor heman maseyê ku ji bo kongreya yekîtiya neteweyî tev bigerin."   ‘DAXWAZA GEL YEKÎTÎ YE'    Ozturk, anî ziman ku ji bo Tirkiyeyeyê hemû êrîşên li ser destkeftiyên gelê kurd rewa ne û got: "Bi tayinkirina qeyûman armanca wan a ewil taelayên kurdî bûn. Di vir de mesele ne HDP ye, mesele ziman û hebûna gelê kurd e. Loma li Başûr jî di bin navê qaşo operasyonan de êrîşa li ser hebûna rewa ya gelê kurd tê kirin. Daxwaza gel a sereke ji rêvebiran ev e; 'Di vê pêvajoyê de an hûn ê ji bo xwestek û daxwazên me bibin bersib an jî hûn ji kîjan partiyê dibin bila bibin hûn ê biin.' Di dema hewldanên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Silêmaniye û Hewlêrê gel berên Tirkiyeyê boykot kirin. Gelê me bîrbir û birêxistin e. Heger em li ser navê wan siyasetê dikin, nexwe a dikeve ser milê me jî em gotinên gelê xwe, talîmatên gelê xwe bi cih bînin."    Ozturk, destnîşan kir ku tiştên li Zînî Wertê diqewimin tenê bi wir ve nesînorkirî ne û got, perçebûna gelê kurd nayê wateya ku gelê krud ne gelek e. Ozturk, got: "Gelê me ji bo her destkeftiyekê bedêlên giran daye. Niha jî ji bo parastina van destkeftiyan hê jî bedêl dide. Loma divê her perçe xwedî li destkeftiyên perçeyên din jî derkeve û wan biparêze. rêya vê jî yekîtiya neteweyî ye. Daxwaza gelê me pir zelal e; li ser asasên demokratîk pêkanîna yekîtiya neteweyî. An em ê bibin bersiva daxwaza gelê xwe an jî yên bein ji kîjan partî, rêxistin û saziyê dibin bila bibin wê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cih bigirin."