Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê 2020-05-12 10:54:57 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ku Rojnameger Mehmet Guleş bi rêya malbatê ragihand, bir rojeva meclîsê. Kaçmaz, pirsa “Pir hindik xwarinê didin girtiyan û li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Agahiya we heye?" kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Xarpêtê ku Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş bi rêya malbatê ragihand, bir rojeva meclîsê. Kaçmaz, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Kaçmaz, anî ziman ku li Xarpêtê girtî rastî muameleya xerab tên û mafê wan tên binpêkirin.    Kaçmaz, bal kişand ser agahiyên Rojnameger Mehmet Guleş ên “Pir hindik xwarinê didin girtiyan û li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Girtiyên nexweş nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. 4 girtiyên nexweş û tansiyonê li gel hemû serlêdanan encam negirtine." û ev pirs ji wezîr pirsîn:    * “Li Girtîgeha Xarpêtê pir hindik xwarinê didin girtiyan û li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Agahiya we heye?"    * Girtiyên nexweş li gel serlêdanên wan sewqa wan nayê kirin. Ev agahî bi wezîr re hatine parvkirin. Agahiya we ji vê yekê heye?   * Di vê pêvajoya şewbê de xwarinê hindik didin girtiyan. Tedbîrên şewbê nayên girtin. Ji bo vê yekê der barê personelan de tu lêpirsîn hatiye vekirin?    * Li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê rûpoşan û malzemeyên wekî dezenfektan û parastinê nadin girtiyan. Sedema vê yekê çiye?     * Wezareta we ji bo van pirsgirêkan çareser bike û daxwazên girtiyan pêk bîne di nava çi hewldanê de ye?"