HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû 2020-05-13 10:28:14 ENQERE - Komîsyona Kedê ya HDP’ê, têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Somayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt got: “Faîlên Somayê ku niha hikumxwar in, bi sererastkirina înfazê hatin xelatkirin û wê di mehên pêş de bên berdan.” Komîsyona Kedê ya HDP’ê, bi minesebeta 6’emîn salvegera Komkujiya Somayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxûyanî, bi îmzeya Alîkara Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose hat weşandin. Kose, diyar kir ku beriya 6 salan di dîroka Tirkiyeyê de cînayeta herî mezin a karkeran li Somayê pêk hatiye û 301 kankeran jiyana xwe ji dest daye û li gel ku bi ser komkujiyê de 6 sal derbas bûye jî cînayeta karkeran ji ber encamên xwe yên giran rojeva herî micid a welat e.   FAÎLAN XELAT KIRIN    Kose, da zanîn ku alîgiriya dadgehan a ji bo karsazan cînayetên karkeran meşrû dike û wiha got: “Berjewendiyên karsaz û şîrket bi ser jiyana mirovan de tê girtin. Li şûna ku pêşî li cînayetên karkeran bê girtin, bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Komkujiya Somayê hat vekirin û hatin xelatkirin û di mehên pêş de bên berdan. Cînayetên karkeran encama pergala ku AKP ferz dikeye. Mirina 22 hezar karkeran a di dema AKP’ê de delîla vê yekê ye.”   DAXWAZÊN JI BO KARKERAN   Di berdewama daxuyaniya xwe de Kose, destnîşan kir ku gefa şewbê jî li cînayetên karkeran zêde bûye û daxwaz û bergiriyan wiha anî ziman: “Divê daxwazê sendîkayên kankeriyê li ber çav bên girtin. Divê sererastkirin û kontrolkirin, bi sendîka û rêxistinên pîşesaziyê re bên kirin. Divê ji bilî kanên ku ne neçarî xebatê ne, li hemû kanan xebat bê rawestandin. Divê debara karkeran bê ewlekirin. Derxistina ji kar bê qedexekirin. Divê pergala vardiyeyê ya 3’an bê guhertin û bibe 5-6 vardiye. Amûrên parastinê bên bersivandin.”   BANG   Herî dawî Kose di daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Careke din em 301 kankerên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin; ji bo azadiya kedê û bidawîbûna cînayetên kar têkoşîna xwe bilidn dikin. Em bang li hemû karkeran dikin ku piştevanî û hevkariyê bi pêş bixin.”