Beştaş: Pergala 'Cilên yek reng' dijî wijdanê ye 2017-12-24 15:15:09 EDENE - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiya xwe ya Seyhanê de axivî, bertek nîşanî pêkanîna "Cilên yek reng" a bi KHK'a nû anîn û ev tişt got: "Ne di hiqûqê de û ne jî di wijdana mirovan de cihê ve tune."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2'yemîn Kongreya Awarte a navçeya Seyhana Edeneyê pêk anîn. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî tev li kongreyê bû, saziyên civaka sivîl û berdevkên partiyên siyasî jî di nav de, gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    Beştaş di kongreyê de axivî û aşkera kir ku AKP dostê tu gelan nîne, berovajiyê wê dijminê gelan e û wiha axivî: "Kesên gorên me birûxîne, ne dostê me ye."   ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN YEK ZILAMÎ’    Beştaş bal kişand ser axaftinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'e Tayyîp Erdogan ên li di kongreyên Şirnex û Colemêrgê de kiribûn û wiha axivî: "Serokê Giştî yê AKP'ê bi kîşan aqil û ferasetê got em nizanin. Li Şirnex û Colemêrgê tu dengî nagire û ji girseyeke berhevkirî re dibêje ku em ê destûrê nedin du partiyên faşîst. Aqûbeta xwe vedibêje. Kê faşîst e, ev gelo baş dizane." Beştaş da zanîn ku OHAL ji bo AKP'ê derfetên herî baş diafirîne û bal kişand ser KHK'ên nû û wiha pê de çû: "Niha dixwazin li girtîgehan cilên yek reng li girtiyan bikin. Civê vê di hiqûq, qanûn û wijdanê de tune. KHK'a nû derxistin. KHK ji bo AKP hemû derfetan diafirîne. Bi KHK'ê kadroyê didin taşeronan."   Beştaş aşkera kir ku dawiya AKP'ê hatiye û da zanîn ku dixwaze bi KHK'an welat bi rêve bibe.   Piştî axaftinên Beşitaş faporên xebat û malî hatin xwendin. Hilbijartina bi yek lîsteyê çûn de, Kader Dumen û Hazim Yilçin wekî hevserokên HDP'a Seyhanê hatin hilbijartin.