Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne 2020-05-14 11:11:14 MÊRDÎN - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, geşedanên dawî yên siyasî nirxandin û helwesta hêza muxalif rexnekir. Turk, anî ziman ku hêza muxalif li pey rojevên sûnî ye û wiha got: "Ruhekî şoreşgerî û xebatek bi rêxistinî dikare gelek tiştan biguherîne. Divê gelê Kurd li dora rêgezan li hev kom bibe."  Siyasetmedarê Kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin Ahmet Turk, li ser geşedanên siyasî yên dawî ji Ajansa meya Mezopotamya (MA) re axivî.  Turk, Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, banga Serka İyi Parti Meral Akşener a ji bo “Maseya Tirkiyeyê" tayînkirina qeyûman, êrîşen li dijî nirxên Kurdan, bicihkirina pêşmergeyan a Herêma Zînî Wertê berfirehî nirxand.    Turk, bal kişand ser daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a piştî Seroka Îyî Partî Meral Akşener banga "Maseya Tirkiyeyê" kir û HDP nexist nava vê bangê ku gotibû "Navbênkar ji mere şandin" û wiha got: "Ez li hemberî vê daxuyaniyê hayret man. Di siyasetê de hin tiştên ku pêwiste veşarî bên hiştin hene. Îro divê mirov kozên bi vî rengî nexe destê îqtîdarê û rojevên sûnî ava neke. Ji ber vê yekê min bêzariya xwe jî anî ziman. Ji xwe ne ji Îyî  Partî û ne jî ji îqtîdarê tu hevî û bendewariyê me tune ye.  Ev gotin kêrî kesên din tê."    HERÎ ZÊDE KURD LI DIJÎ DARBEYAN DERKETIN LÊ HERÎ ZÊDE KURDAN JI DARBEYAN ZERAR DÎT   Turk, anî ziman ku îqtîdar qetimiye û ji ber vê yekê her rojê tiştekî cuda dixe rojeva gel û rojevê diguherîne û wiha axivî: "Îro mijara darbeyê tîne rojevê. Bi vê yekê rastiya qeyrana aborî û vîrûsê verişêre. Ez bawer nakim ku amadekariyên hilbijartinek pêşwext hebe. Dibe ku geşedanên nû pêş bikevin û hilbijartin têkeve rojeva Tirkiyeyê. Heta niha em li dijî hemû darbeyan derketin.  Lê ciwanên Kurd avêtin zindanan. Herî zêde kurd li dijî dareyan derketin û herî zêd kurdan ji darbeyan zerar dît. Ji ber vê yekê em li dijî darbeyan Komara Tirkiyeyê ya Demokratik parast û siyaset pêş xist."    Turk, da zanîn ku ew lihevkombûna li dora nirxên demokratîk esas digirin û wiha got: "Tu pêdiviya me ya em bihekan re hevpar têkevin hilbijartinê tune ye. Lê em dikarin li dora nirxên demokratîk kom bibin. Divê em li dora nirxên demokratîk bi hevre tev bigerin. Divê em hemû bi aqilê hevpar tev bigerin. Niha em d pêvajoya ku dixwazin muxalefetê bêdeng bikin û perçe bikin re derbas dibin. Deriyê alîkariyê li mirovan digirin. Mixabin hêzên muxalif her tim navber xist nava xwe û Kurdan. Lê ku em bi rastî Tirkiyeyek demokratik dixwazin û em dixwazin bibin xwedî demokrasiyê, wê demê divê em bi mirovên xwedî wîcdan, edalet re bên cem hev. Lê îqtîdar tu rexneyan qebûl nake. Her tim navberê dixwe nava xwe û Kurdan. Ev ne çareserî ye. Ger ku hêzên dixwazin Tirkiye bi rêve bibin wê demê divê gotinên me esas bigirin. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk divê nerînê her kesî li ber çavan bê girtin. Divê nerînê hêzên demokratîk li ber çavan bê girtin."     'JI BO HDP'Ê TUNE BIKIN DI NAVA HEWLDANEK PIR ZÊDE DE NE'   Turk, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û wiha pêde çû: "Em dibînin ku ji bo HDP'ê tune bikin di nava hewldanek pir mezin de ne. Di rêveberiyen herêmî de armanca tayinkirina qayuman ewe ku me ji gel qut bike. Ji ber ku rêveberiyên herêmî milekî ku partî û gel bigêje hev e. Dîsa li ser siyaseta Kurd zextên pir dijwar hene. Îro hevalên me yên ji ber fikrên xwe anîn ziman di zindanê de hene. Rêveber û Hevseroken me di zandanan de ne. Siyasetmedarên me yên bi nirx girtî ne. Divê HDP xwe bi rêxistin bike û bi gel re bibe yek. Lê ev ne hêsan e. Gelek astengî hene. Divê hewldanek zêdetir hebe. Niha em dibînin ku eniya çep û şoreşger xwe kişandiye qalikê xwe. Têkiliya wê û gel pir kêm bûye. Îro ji sedî 80'ê gel xizan e. Ya bandorê li ser wan bike ruhê şoreşgerî û xebatên şoreşgerî ne. Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne. Îro rejîma otoriter Tirkiyeyê bi rêve dibe. Dixwaze beşek milet ê nijadperest û nevneperest li pişt xwe bigire. Li dijî vê yekê siyayasetek xurt lazim e. Niha muxalefet tenê bersîvê dide gotinên îqtîdarê û li pey roveva wan a sûnî diçe. Divê xebatek di nava gel de û bandorê li ser gel bike bê meşandin. Ev rexne ne tenê ji bo CHP’ê ye. Divê HDP bêtir siyasetek çalak û bi rêxistin bimeşîne.    DIVÊ KURD BIBIN YEK    Turk, bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha berdewam kir: "Divê gelê Kurd li dora rêgezên hevpar bibin yek. Kurd çi dixwazin. Ji bo Kurdan divê çi bê kirin? Divê siyasetek çawa bê meşandin? Divê li gorî van pirsgan gav bên avêtin. Em çûn Başûr. Em bi partiyên siyasî re axivîn. Jibo kongre û konferans pêk bê em ketin nava hewldanan. Lê mixabin partiyên siyasî xwe parastin û me yekîtiyek ava nekir. Dîsa bandorên derve hene. Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq naxwazin Kurd bibin yek. Li dijî birakujiyê gelek axaftin hatin kirin. Mesut Barzanî anî ziman ku dê destûr nedin birakujiyê. Me jî ev yek anî ziman. Li dijî barakujiyê divê em bu ruhê yekîtiyê tev bigerin. Divê em li dora nirx û rêgezên hevpar bibin yek. Pêdiviya me ji her demê bêtir bi yekîtiye heye.      Brêz Ocalan di vê mijarê de diyar dike ku bi rêyên rêxistinbûna demokratik, aştî û diyalogan pirsgirêk çareser dibin. Dema di sala 1994'an de em çûn Bareliyas’a (Qesebaya Lubnanê) me heman tişt got. Me got siyaseta aştiyane û demokratîk. Îro Kurd ji her demê bêtir polîtik in. Her tiştî bêtir dibînn û fam dikin. Lê dema em li tevahiya Rojhilata Navîn dinerin, hêj meseleya demokrasî çiye, lihevkombûna li dora nirxên hevpar, kobûna li dora nasname, bawerî û çandên cuda baş nehatiye famkirin. "    ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GORISTANAN NE MIROVÎ YE    Turk, êrîşên li dijî gor û goristanan jî rexne kir û wiha got: "Ev êrîş ne mirovî ne. Ne di hiqûqê de, ne di baweriyê de û ne jî di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye. Me 12'ê Îlonê jî dît. Wê demê îşkence û zilm pir zêd bû. Wê demê pir zor bû. Lê îro êrîş bêtir bi rêxistin, organize û zanebûn tên kirin. Êrîş li dijî tunekirina tevahiya nirxên Kurdan tê kirin. Xerakirina gor û goristanan ne mirovî ye.    MA / Ahmet Kanbal