Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e 2020-05-16 13:27:20   ENQERE - Nûnerên partiyên muxalif bertek nişanî tayînkirina 5 şaredariyên HDP’î dan û diyar kirin ku ev berhemê hişmendiya darbeyê ye. Partiyên muxalif xwestin li dijî îqtîdara AKP-MHP'ê  divê em têkoşîna hevpar pêş bixin.   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di Roja Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP'ê kirin. Li dijî tayînkirina qeyûman bertek û nerazîbûn zêde dibin. Nûnerên SYKP, Malên Gel, EMEP, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.    Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Canan Yuce, diyar kir ku piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de 65 şaredarî qezenç kir, îqtidarê 45 qeyûm tayinî şaredariyan kirin û wiha got: "Ger ku AKP-MHP pirsgirêka kurd bi rêbaza şovenizmê  çareser bike û her kes çavê xwe ji vê yekê re bigire, wê demê dê vî şurê şovenîzmê ji xeynî HDP'ê serê her kesî jêke. Mesele ne tayînkirina qeyûman e. Mesele pirsgirêka Kurd e. Divê her kes bi dengekî bilind li dijî vê yekê derkevin. Em bang li her kesî dikin ku bêjin bila xwîn, şer û faşîzm bi dawî bibe."   Serokê Mala Gel Nurî Gunay, anî ziman ku tayînkirina qeyûman darbe ye û wiha got: "Tayînkirina qeyûman darbe ye. Li aliyekî qala niqaşên darbeyê dikin. li aliyê din ew bi xwe darbeyan dikin. Ev yek nayê qebûlkirin."    EMEP: EV DARBE YE   Cîgirê Serokê EMEP'ê Şukran Dogan jî anî ziman ku îqtîdar serî li rê û rêbazên tundî û zextan dide û wiha got: "Şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexist bi zorê dixwaze bi dest bixe. Bi zorê desteser û xezp dike. Bizorê dest danîn ser şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîsê. Ev darbekarî ye. Li dijî gelê Kurd helwestek dijminantî ye. Tenê rêyek çareseriyê heye. Ew jî têkoşîna hevpar e.