Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin 2020-05-17 09:00:56   STENBOL - Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku wê li ber siyaseta qeyûman çok daneynin û got: "Ev êrîş tenê ne li kurdan tê kirin, li hemû hêzên ked û demokrasiyê tê kirin. Bang li hêzên ked û demokrasiyê dikim. Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin."    Duh na pêr qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î yên Îdir, Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartinîsê hatin kirin. Tevî van şaredariyan ji 65 şaredariyên HDP'ê qeyûm tayinî 45 şaredariyan hatine kirin.    Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, polîtîkaya îqtdarê ya qeyûman nirxand.   Pîroglû, diyar kir ku di destpêka pêvajoya şewbê de îqtidarê bi qeyûman şaredarî xesp kirine û di destpêka pêvajoya "asayîbûnê" de dîsa bi qeyûman êrîşî şaredariyan kirine.    Pîroglû, destnîşan kir ku li pişt vê êrîşa qeyûman "netehemulkirina kurdan û dijminatî" heye û got: "Em baş dizanin di pêvajya şewbê de gel bi birçûbûn û xizaniyê re rû bi rû ambû, lê belê di vê pêvajoyê de budçeya gel ji şer û rûxandinê re dihat xerckirin. Polîtîkayên şerî yên li Sûriye û Lîbyayê dewam kirin. Yanî bi her awayî dijminatiya ji bo kurdan dewam kir."    ME ÇOK DANENIYE   Pîroglû, diyar kir ku AKP tenê dijminatiya kurdan nake, dijminatiya çîna karkeran jî dike û got, di dema pêvajoya şewbê de ev jî bi awayekî aşkere dihat kirin.    Pîroglû, got: "Em bi qeyûman çok danaynin. Dîrok şahdi e; me tu carî çok daneniye. Lê êdî divê hêzên ked û demokrasiyê jî fêm bikin ku êrîşa qeyûman tenê ne ji bo çokdanîna gelê kurd e, ev êrîş li tevahiya hêzên ked û demokrasiyê tê kirin."    BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR    Pîroglû ku got "An em ê pev re li ber xwe bidin an jî em ê teslîm bbin" got: "Em dibêjin, heger em bên cem hev du, em ê karibin siyaseta dijminatiyê û polîtîkaya şerî ya îqtidarê pûç bikin. Me ev yek di hilbijartinên herêmî de dîtibû, niha jî divê têkoşîn vê yekê nîşan bide. Ji bo têkoşînê em bang tevahiya hêzên ked û demokrasiyê dikin."    MA / Nacî Kaya