Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin 2020-05-17 14:52:15   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guvan bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejnê hev pîroz bikin. Guven xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvan, li ser medya civakî bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin. Guven di peyamê de anî ziman ku li pêş wan cejn heye û xwest di vê cejnê de baldar û hişyar bin û wiha got: "Gelê me yê hêja, hêj talûkeya virûsê didome. Me 2 meh li pey xwe hişt. Di nava van 2 mehan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî em pê hisiyan ku li Kurdistanê vaqa pir bûne. Li Şirnexê li dora 80 kes posîtif derketiye. Li Amedê piştî mirovên me çûn mewlûdekê bi 37 kesan re vîrûs posîtîf derketiye. Li Kurdistanê her roj belav dibe. Hûn jî dizanin ku dewlet ji bo Kurdistanê tu tedbîran nagire."    'EM BI XWE TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN'    Guven, ji gel xwest ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin û li hev xwedî derkevin û wiha lê zêde kir: "Ji kerema xwe re em bi xwe tedbirên xwe bigirin û em bi xwe li xwe xwedî derkevin. Em li dorên xwe xwedî derkevin û hev hişyar bikin. Hem ji bo kampanya Malbatên Xwişk û Bira em li hev xwedî derkevin. Hem jî ji bo şewb li gelê me belav nebe em hev hişyar û baldar bikin. Niha cejna Remezanê li pêş me ye. Di arîfeya cejnê de her mirov dê bixwaze biçin cem derdor û cîranên xwe û wan ziyaret bikin. Lê em dibêjin divê îdê (cejnê) de em neçin. Bi telefonan pirsa hev bikin û cejna hev pîroz bikin. Ji malên xwe dernekevin. Ger ku ji îro û şûnde dîsa vîrûs li Kurdistanê belav bibe em ê gelek însanên xwe winda bikin. Êdî dilê me mirinê ranake. Em bi xwe tedbîren xwe bigirin."