Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê 2020-05-18 09:09:21 STENBOL – Hevberdevka KÎD’ê û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya tayînkirina qeyûman wek “têkçûna AKP’ê” şîrove kir û got: “Muxalefet di fetloneka dîrokî de ye. Ya hûnê bêjin îro roja piştgiriyê ye. Yan jî hûnê wek xwediyên Qesrê biçin sergoyê dîrokê.”    Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Hudya Kaya tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê bi giştî û yên dawî Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîs nirxand.    Kaya destnîşan kir ku di rojek girîng 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de qeyûm wek “xelat” ji kurdan re şandine û got: “Li dijî vîna gel darbeyê pêk tînin.”    'ÎQTÎDAR JI HALDE KETIYE’    Kaya pêvajoya demên dawî wek “Şahidiya têkçûna îqtîdara AKP’ê û rejîma Qesrê ye” şîrove kir û wiha got: “Îqtîdara AKP’ê û rejîma Qesrê ji pev de ketine. Yanî tiştên demên dawî qedandina wan nîşan dide. Hêz û hebûna xwe bi rêbazên mafyagerî didomîne. Ji hal de ketiye ku radibe diziya vîna gel dike û desteser dike. Ketiye pey hewldana ku bi diziyê xwe li ser pêya bigire. Ji halde ketiye ku radibe yên ku dibêjin mirin me xegîn dike, bila zarok nemirin, bila aştî pêk were diavêje girtîgehan û ango wan ji wezîfeya wan dike. Êdî tu sînoran nas nake. Bila AKP baweriya xwe bi wan sextekarên ku gefê li xelkê dixwin neyne. Yên ku mirovahiyê difiroşin, dê we jî bifiroşin. Tirsa têkçûnê wek ewrek mirinê girtiye ser çavê wan.”   BANG LI MUXALEFETÊ KIR     Kaya bang li muxalefetê jî kir û got: “Divê muxalefet serkeftina Stenbolê û bajarên din a gelê me ji bîr neke. Muxalefet her ku li cem HDP’ê cih negire wê her tim bibe qûrbanê polîtîkayên hovane yên îqtîdarê. Muxalefet di fetloneka dîrokî de ye. Divê hûn li dijî vê polîtîkaya faşîst a îqtîdarê derkevin. Ya hûnê bêjin îro roja piştgiriyê ye. Yan jî hûnê wek xwediyên Qesrê biçin sergoyê dîrokê. Lazime muxalefet bêdeng nemîne. Helbet wê gelê me û dîrok hesabê van kirinan ji îqtîdarê bipirse.”    MA / Nacî Kaya