Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e 2020-05-18 11:47:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku bi hedefnîşandana KCD’ê tê xwestin ku pêşî li xurtbûna kurdan a li qada demokratîk bê girtin û got: “KCD, di îddîaya muxatabbûna demokratîk a Pirsgirêka Kurd de ye.”   Dadgeha Bilind, piştî siyasetmedarên kurd Hatîp Dîcle û Aysel Tuglûk, ji ber hevserokatî û xebatên Kongrreya Civaka Demokratîk (KCD) cezayê siyasetmedaran kurd Selma Irmak jî erê kir. Xebatên KCD’ê yên siyasî û demokratîk ku 800 rêxistinên sivîl endamê wê ne, ‘jiderveyî qanûnan” hatin nîşandan. Ji ber ku “Xweseriya Demokratîk” diparêzer KCD bû hedefa dewletê. Li gel ku KCD ji aliyê Serokê Meclisê yê Demê Cemîl Çîçek û hikûmetê ve muxatab hatiye girtin û dema Çareseriya Demokratîk di asta hevserokatiyê de tevlî hevdîtinên Îmraliyê hatiye kirin jî, bi hinceta ku bi fermana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye demazrandin û bi angaşta ku rêxistinbûna wê dişibe rêxistinbûna KCK’ê weke rêxistineke “jiderveyî qanûnan” hat nîşandan. Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku bi salan hevserokatiya KCD’ê kir û bi hinceta xebatên KCD’ê di çarçoveya “Doza Sereka ya KCK’ê” de 9 sal ceza lê hat birîn, têkildarî misyon, xebat û hedefnîşandana hikûmetê ya KCD’ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   RÊXISTINBÛNA KCD’Ê     Hatîp Dîcle, di destpêka axaftina xwe de şertên beriya damezrandina KCD’ê bi bîr xist û diyar kir ku projeya KCD’ê gavekî girîng ê çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd a ji tundiyê dûr e û wiha got: “Armancê wê ya herî girîng ew e ku ji dewletê re ji bo aştiya bi rûmet û adîlane, avakirina muxatabeke legal e ku di her warî de çareseriyên wê hene. Ji ber vê yeke proje, bi rihê neteweya demokratîk, li bakurê Kurdistanê nûnerên hemû gelan û baweriyên cuda dihewîne nava xwe. Her wih armanc dike ku partiyên siyasî, sendîka, ode, baro, weqf, komele û hemû rêxistinên demokratîk; kesên akademîsyen û rûspî di bin sîwaneke demokratîk de bên gel hev û hevpar bibin. Pêkhatiyên kongreyên ku ji 800 kesî pêk tên, ji sedî 60’ê wan nûnerên gel û ji sedî 40’ê wan jî nûnerên rêxistinên demokratîk in. Bi rêya komîsyonên ku hatin avakirin gelek xebatên baş hatin kirin, rêxistinên sivîl hatin bipêşxistin. Bi kurtasî KCD, li bakurê Kurdistanê rêxistineke demokratîk û mecliseke sivîl e û di îddîaya muxatabbûna demokratîk a Pirsgirêka Kurd de ye. Terorîzekirina KCD’ê, wê li dijî aramiya civakê, ewlehî, hiqûq û demokrasiyê bibe sûcekî herî giran.”   NÊRÎNA BÎNGEHÎN NEYARTIYA KURDAN E   Têkildarî cezakirina xebatên KCD’ê jî Dîcle nêrînên xwe parve kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kirin: “Piştî girtina DTP’ê ya di sala 2009’an de Brêz Ocalan Hevserokatiya KCD’ê pêşniyarî min kir. Li gel ku zanibûm ev peywirgirtin rîsqeke mezin e jî bê guman ev peywir qebûl kir û di kongreya awarteya KCD’ê hatim hilbijartin. Lê piştî roja 12’an a hilbijartina xwe di çarçoveya “Doza KCK’ê ya Sereke” de hatim girtin. Piştî ku 4 sal girtî man hatim berdan. Piştî berdana xwe dîsa li ser pêşniyar Brêz Ocalan ji bo hevserokatiya KCD’ê hatim hilbijartin û li ser navê KCD’ê tevlî hevdîtinên Îmraliyê bûm. Li gorî tecrubeyên xwe yên siyasî yên salên dirêj bi rihetî dikarim vê bibêjim; di nav mekanizmaya dewletê de her çiqas qels be jî timik xeteke ku bi awayekî samîmî çareseriyê dixwaze heye. Zîhniyeta hakîm a dewletê xeta qirker a Îttîhat Terakkî ye. Ev xet pêvajoyê diyar dike. Nêrîna wan a bingehîn neyartiya kurdan e. Heta firsend bibîninn dê aqûbeta ermenan bînin serê kurdan jî. Hemû rêxistinên kurdan terorîze kirine û dane girtin. Bi qirkirinan pêşî li xurtbûna kurdan a li qada legal girtine. Sedema bingehîn a zextên li ser rêveber û endamên KCD û HDP’ê ev e.”   PIRSGIRÊKA QANÛNÎ TUNEYE   Dîcle, da zanîn ku weke sazî roleke girîng a KCD’ê di projeya çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Pirsgirêka Kurd de heye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Pir zelal e ku di bersivandina pêwîstiya muxatabbûna demokratîk û yekitiye neteweyî ya bakurê Kurdistanê de mîsyoneke girîng a KCD’ê heye. Ji bo balkişandina vê yekê jî Brêz Ocalan dema hevdîtinan digot ku Hatîp ne weke kes weke sazî nûnertiya KCD’ê dike. Armanca wî ew bu ku KCD bi awayekî fermî bi heyeta dewletê bide qebûlkirin. Pirsgirêkeke qanûnî ya KCD’ê tuneye. Hemû pêkhateyên wê jî leqal û qanûnî ne. Heke pêvajo xera nebûna, li gorî min dê bernameya KCD’ê li tavahiya gund û taxên bakurê Kurdistanê biketine meriyetê û meclis bihatina avakirin; bi feraseteke rêxistinbûyîna konfederal ji jêr ber bi jor van meclisan dê biketina bin sîwana KCD’ê. Heke ev bihatina biserxistin wê hêviyên Brêz Ocalan jî bihatina bersivandin.”   MA / Ozgur Paksoy