HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe 2020-05-18 14:13:02 STENBOL - HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî aşkere kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku îqtîdarê di pêvajoya şewbê de gel betal hişt û bi birçîbûnê re rû bi rû hişt û wiha got: "Îqtîdarê li gorî bîrdoziya xwe gav avêt. Yê ku vê îqtîdarê têk bibe têkoşîna gel ya bi rêxistinî ye."     Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 17’ê Gulanê de civîna Meclîsa Giştî ya 3’emîn a Serdema 10’an li dar xist. Ji ber cîrûsa corona civîn li ser înternetê pêk hat. HDK'e encama civînê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê diyar kir ku Meclîsa Giştî pirsgirêkên siyasî û civakî nirxand û hin biryar stendiye. HDK’ê bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pandemiyê de bêtir giran bûye. Ev tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ne dûrî polîtîkayên şer in. Bi bidawîbûna tecrîdê re wê aştiya navxweyî pêk were.”   Di encamnameyê de biryarên hatin girtin wiha ne:    "*Civîna di Roja Dijberiya Homofobi û Transfobî ya Navneteweyî de pêk hat, HDK dê li dijî cudakariya li hemberî LGBTİ+’an li her qadê têbikoşe.    * Rejîma Qesrê ya AKP-MHP'ê, di pêvajoya  pandemiyê de ji bo berpirsiyariya xwe ya li dijî qeyrana aboriyê veşerê bang 'Li malê bimîne' li civakê kiriye û li gorî xwe rojevên xwe xistine meriyetê. Şewba bandemî ji bo xwe kiriye firsend. Pir aşkere ye ku îqtîdarê di pêvajoya şewbê de gelê xizan, kedkar, karker ji çavê xwe derxistiye.    ÊRÎŞA LI ZÎNÎ WERTÊ BI DESTÛRA DYA Û TIRKIYE PÊK HATIYE   * Di pêvajoya şewba vîrûsa corona de lez dan polîtîkayên şer. Li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Lîbya û Somalî polîtîkayên şer berdewam kir. Di vê pêvajoyê de 200 hezar çekdar kir xwedî meaş. Êrîşên li dijî gelê Kurd didomin. Bi êrîşa Zînî Wertê êrîşek din lê zêde bû. PDK li Zînî Wertê bi cih bû û dagir kir. Ev operasyon êrîşa li dijî yekîtiya gelê Kurd e. Bi erekirina Tirkiye û DYA pêk hatiye. Bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên HDP'ê vîna gel tune hesibandine. Bi vê yekê êrîşên li dijî pergala Hevserokatiyê berdewam kiriye. Têkoşîna HDK'ê ya li dijî êrîş û tayînkirina qeyûman û iqtîdara AKP-MHP'ê ya li ser vîna gelê Kurd dê bidome.    TECRÎT DI PANDEMIYÊ DE BÊTIR GIRAN BÛ   * Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pandemiyê de bêtir giran bûye. Ev tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ne dûrî polîtîkayên şer in. Bi bidawîbûna tecrîdê re wê aştiya navxweyî pêk were.”   * Beriya şewbê 4.5 milyon kes bê kar bûn niha ev hejmar derketiye 8 milyonan. Hikumet dixwaze hejmara bêkaran veşêre. Jixwe rewşa yên neqeydkirî tên xebitandin, karkerên penaber û çandiniyê tê zanîn. Herî zêde jin, ciwan, penaber, astengdar û yên tên cudakirin di bin bandora bêkariyê de dimînin. Îqtîdar dixwaze hemû aliyan bi şewbê re rûbirû bihêle. Polîtîkayek wiha birêve dibe. Em ê jî wek HDK’ê div ê rewşa ‘asayîbûna nû’ de têkoşîna xwe berdewam bikin.     * Îqtîdar xelkê bêkar û bi birçîbûnê re hevrû hiştiye. Haya îqtîdarê ji pirsgirêkên gel nîne. Di vê pêvajoyê de guhertina yasaya înfazê bi awayek bêedaletî û bêhiqûqî xistin meriyete. Bi hênceta şewbê Meclîsê xistine betlanê. Îqtîdar dixwaze muxalefetê bitepisîne. Bêsûcan ceza dike û sûcdaran jî bêceza dihêle.   * Em dibêjin AKP-MHP berpirsê mirina Hêlîn Bolek, Îbrahîm Gokçek û Mustafa Koçak in. Em daxwazên parêzerên Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal yên niha di rojiya mirinê de wek daxwazên xwe dibînin û bila demildest daxwazên wan bicih bînin.   ÊRÎŞÊN GORISTANAN   * Bi mehan li Kurdisanê li dijî goristanan li ber çavên malbatan êrîş pêk tên. Ji berê ve ji bo bêbîrkirin û nenasnamehiştinê ji aliyê dewletê ve êrîşî goristanan tê kirin. Divê revandina cenazeyê Îbrahîm Gokçek a ji mala cemê û gefa şewitandina cenazeyê wî ya li Kayseriyê jî weke berhema heman polîtîkayê be nirxandin. Armanca van êrîşan sazîbûna faşîzmê ye. Em weke kongre li dijî êrîşan derdikevin, xwedî li hemû nirxên civakê dertên û diyar dikin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo nirxên civakê bidomînin.   * Di pêvajoya vîrûsa koronayê de tundiya fizîkî, derûnî, zayendî û bêkariya jinan 2 qat zêde bûye. Îstismarkirina zarokan weke ‘mexdûriyeta zewaca zû’ tê meşrûkirin û di televîzyonan de tê gotin ku zarokên 12-17 diakrin zarokan biweldînin. Peymana Stenbolê hedef tê girtin. Weke kongre em li dijî van êrîşan e û weke her carê dê têkoşîna xwe ya jinên mezin bikin.   HILWEŞANDINA EKOLOJÎK ZÊDE BÛ   * Di pêvajoya vîrûsê koronayê de hilweşandina ekolojik jî zêde bûye. Her roj texrîbatên nû tên kirin. Kesên ku têkoşîna ekolojiyê didin jî tên cezakirin. Em weke kongre diyar dikin ku li cem kesên têkoşîna ekolojiyê didinin. Em ê dengê tekoşîna wan a li Geliya Zîlanê bilind û mezin bikin.   * Cihêkariya li hemberî extiyaran hê jî di meriyetê de ne. Em banga bi dawîbûna vê cihêkariya li dijî eztiyaran dikin.   DARBEYA FÎÎLÊ TÊ DOMANDIN   * Li gel kampanya xwe ya li dijî ‘darbeye’ desthilata bixwe darbeya fîîlî didomîne. Niyeta wê tuneye ku desthilata xwe bi hilbijartinê dewr bike. Divê kes xeyala ku wê desthilat bi hilbijartin û qrîzê biçe neke. Tişta ku desthilatê bibe têkoşîna bi rêxistinkirî ya gel e. Ji bo înşakirina vê rêxistibûyînê divê mêjiyê hêzên muxalîf zelal be. Em bi feraseta avakirina tifaqa hêzên demokrasiyê û xurtkirina torên piştevaniyê nêzî berpiryariyê.