Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike 2020-05-19 16:16:49   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu têkildarî 261 cenazeyên li Goristana Kîlyosê bi awayek dij mirovane hatine veşartin xwest Meclîs lêkolîn bike.   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşse Surucu têkildarî 621 cenazeyên li Goristana Kîlyosa Stenbolê bi awayek bêrêbaz ku li ser hev hatine veşartin xwest Meclîs lêkolînê bike. Surucu vê mijarê wek pêşniyaznameyek pêşkêşî Meclîsê kir.   Di pêşniyaznameyê de hat diyarkirin ku veşartina cenazeyan a bi vî awayî li dijî qanûnê ye û sê sal in “îşkenceya” prosedurê li malbatan tê kirin. Di pêşniyaznameyê de hat gotin heta niha her çiqas encama 21 cenazeyan a DNA’yê bi encam bûye jî lê cenaze radestî malbatan nehatine kirin.   RÊ LI BER TRAVMAYA CIVAKÎ VEDIKE   Di pêşniyaznameyê de wiha hat gotin: “Ew malbatên ku cenazeyê xwe wergirtin û birin li bajarên xwe veşartin jî bi zext û qedexeyên polîs û eskeran rûbirû man. Di dema veşartina cenazeyan de ji bilî malbata cenaze destûr nehatiye dayîn ku kes biçe merasîma veşartina cenazeyan. Dayik û bav neçar mane ku zarokên xwe bi destê xwe veşêrin. Bi qasî em ji çapemeniyê agahdar bûn, niha 261 cenaze li Goristana Kîlyosê li cihek biçûk li ser hev hatine veşartin. Ne mimkin e em nêzîkatiyek wiha ya li hemer cenazeyan qebûl bikin. Kirinên li hember Goristana Xerzanê di nava civakê de rê li ber travmayek cidî vekir. Di serî de mafê şînê û veşartinê gelek mafên ji bo cenaze bi awayek cidî hatine binpêkirin. Em nikarin welatek din ji dewleta Tirkiyê re bikin mînak. Polîtîkaya ku mirinê dike amûrek, travmaya civakî kûrtir dike û wê bîra civakî ya hevpar were şikandin. Rêzgirtna ji bo veşartin mirî û şînê nîşaneya herî bi rûmet a mirovahiyê ye. Ev feraset ji veşartina gora Seyîd Riza dest pê dike û hêj berdewam dike.”