'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’ 2020-05-20 10:03:34 AMED – Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku AKP dixwaze qeyûman mayînde bike ku xelkê birêve bibin û got: “Partiyên siyasî ya wê vê yekê qebûl nekin, yan jî wê dawiya xwe bînin.”   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr tayînkirina qeyûman nirxand. Taşdemîr bi bîr xist ku tayînkirina qeyûman berdewamiya plana “Têkbirinê” ya ku dewletê ji sala 2014’an ve xistiye meriyetê û vê plana xwe didomîne.   ‘ÎQTÎDAREK ZORDESTIYÊ DIKE YE’   Taşdemîr da zanîn ku wan tevî hemû astengî û dijwariyan jî li dijî qeyûman di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xistine û got: “Vê îqtîdara ku dizane bi siyaset û hilbijartinê wê tiştek li van deran bi dest nexe, niha jî bi zordestî û êrişkirinê şaredariyên me desteser dike.”   PEYAMA ‘KURD HENE LÊ VÎNA WAN NÎNE’ DIDIN    Taşdemîr diyar kir ku îqtîdar ji kurdan re bi siyaseta qeyûm dibêje “siyasetê nekin, heke hûn bikin ez ê we nas nekim” û vê peyamê dide û wiha got: “Ewilî gotin kurd tune ne. Pişt re gotin kurd nikarin bikevin hilbijartinê. Ji bo astengî li pêşiya siyaseta kurd derxin her tiştî kirin. Lê tevî van hemû polîtîkayan jî kurdan xwe bi hişmendî û rêxistin kir. Lê êdî ew hêza wan têra kurdan nake. Îqtîdar peyama ‘hûn hene lê îradeya we nîne’ dide kurdan. Dibêje ‘ez mêtingerê we me, dema ez bixwazim dikarim qeyûm tayîn bikim.’ Qeyûm bi xwe mêtingerî û dagirkerî ye.”   ‘JI BO DIZIYÊ BIKIN’   Taşdemîr bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û got: “Qeyûm talangerî, xapandin û dizekî ye. Qeyûm veguheriye pergalek wiha. Li Îdirê şaredariyek me mînak hebû. Her roj 24 saet xizmeta gel dikir. Lê vê tehamûl nakin. Qeyûm bişaftinê, înkarê, qirkirina çanda kurd, peyker şikandin, tabela daxistin û qedexekirina kurdî bi xwe re tîne. Ev pergal wê domdirêj dewam neke. AKP’ê bi vê siyasetê wê xwe winda bike.”   ‘NEYARÊ JINAN IN’   Taşdemîr anî ziman ku AKP li dijî jinan dijminatiyê pêk tîne û xwe wisa li ser pêya digire û got: “Rejîma AKP’ê li her deverê xebat û hebûna jina azad û ramanê azad asteng dike. Muxalefetiya jinan wek gef ji xwe re dibîne. Loma dema qeyûman tayîn dike ewilî sazî û dezgehên jinan digirin. Xebatên jinan asteng dikin. Dixwazin jin bêparastin werin hiştin. Çimkî dixwazin bi feraseta yek zilamî birêve bibin.”     'PERGALA JI BAV DERBASÎ KÛR BIBE AVA DIKIN’   Taşdemîr destnîşan kir ku îqtîdar êdî dixwaze welat bi qeyûman bi rêve bibe û wiha got: “Qeyûman kiriye terzê birêvebirinê. Sindoqê tune dihesibîne. Hilbijartin û vîna sindoqê bêwate dihêle. Lê binêrin îqtîdarê li bajarên wek Enqere, Stenbol, Edene, Îzmîr, Mêrsîn û Eskîşehîrê qezenc nekir. Siberojê wê ji b ovan deveran jî sepanên qeyûman bixin dewrê. Li cihên ku bi sindoqan qezenc nekir, wê bi awayek birêve bibe û çavê xwe bera wan deran jî daye. Dixwazin mafê herî demokratîk ê hilbijratinê û hilbijêr ji holê rakin. Bi vê yekê re em bi rejîmek dîktator re hevrû mane. Bi van rêbaz û guhertinan dixwaze heta hetayê ew li ser îqtîdarê bin. Wê xelef û selefe xwe diyar bike. Dibe ku em bi pergalek ji bavê derbasî kur bibe re jî rûbirû bimînin.”   ‘DIVÊ NERAZÎBÛN BILIND BIBIN’   Taşdemîr da zanîn ku pêwîste li dijî sepanên AKP’ê ku dixwaze bixe dewrê dengî nerazîbûnê zêde bibe û wiha got: “Divê ji vê kêliyê ve mudaxeleyî vê yekê were kirin û îtîraz bê kirin. Kurd, HDP bi salane li dijî vê rejîmê li ber xew dide. Jixwe bi salane em di hedefa van zextan û zordestiyê de ne. Bi awayekî be jî em li dijî vê nerazîbûnên xwe tînin ziman û têkoşîna xwe didomînin. Lê belê însanên baweriya wan bi demokrasiyê heye û ji bo siberoja welat jiyanek xweş dixwaze divê ew jî îtîrazên xwe bînin ziman. Neçarin li dijî vê yekê derkevin. Divê êdî muxalefet dest ji siyaseta ‘jixwe wa li dijî HDP’ê pêk tînin tiştek nabe, em li karê xwe binêrin’ berde. Êdî xelk jî ji vê yekê bawer nake. Ji ber vê yekê partiyên siyasî yên ku naxwazin hebûna wan têk here divê li dijî van sepanan ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel