45 parlamenteran pêşniyaznameya derbarê qeyûman de da Meclîsê 2020-05-21 15:22:06   ENQERE - 45 parlamenterên HDP’ê têkildarî qeyûman pêşniyaznameya pirs û lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.   Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç jî di nav de 45 parlamenterên HDP’ê têkildarî tayînkirina qeyûman pêşniyaznameya pirs û lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.   Wekîlên Serokê Koma HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar her du pêşniyaznameyan pêşkîş Meclîsê kirin û ji Meclîsê xwestine ku hemû hûrgiliyên qeyûman lêkolîn bikin û pêşî li rûxandinê were girtin. Di pêşniyaznameyan de hatiye gotin hilbijartina demokratîk bi tayînkirina qeyûman tune tê hesibandin û heta ku biryarek darazê ya pejirandî tune be qeyûm nikare tayînî şûna hevşaredaran were kirin û wan ji peywîrê bigire. Her wiha di pêşniyaznameyan de hat gotin heta niha 45 şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û tenê ne şaredariyên HDP’ê şaredariyên ku ne yên AKP-MHP’ê ne jî bi rîskê re rûbirû ne.   Wekîlên HDP’ê van pêşniyaznameyan arasteyî Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû, Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû kir û xwestin ku wezîr bibersivînin.