HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe 2020-05-22 12:13:31   ENQERE - Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê têkildarî pratîk û sepandinên saziyên DEDAŞ û DSÎ  daxuyanî da û diyar kir ku ev firsendperestî û selefxurî ye. Komîsyonê, diyar kir ku DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe û xwest dest ji vê dijqanûn û dijhiqûqê berdin.    Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Turan, têkildarî pratîk û sepandinên DEDAŞ'ê yên li dijî çotkaran daxuyanî da. Turan bi ser navê “DEDAŞ firsendperestî û selefxuriyê dike, mirovên herêmê bi komî ceza dike" daxuyanî da û xwest DEDAŞ û DSÎ dawî li vê bê hiqûqî û bê zagoniyê bînin. Turan, xwest Tirkiye çotkaran û çandiniyê biparêze û li gorî parastina çotkar û çandiniyê polîtîkayan pêş bixe. Turan, anî ziman ku di serdema AKP'ê de çotkar û rençber, demsaba baharê bi deynan pêşwazî dikin û wiha got: "Polîtîkayên AKP’ê yên çandiniyê ne ji bo parastina çotkaran e. Bi temamî li gorî daxwazên bazirgan û piyasê polîtîkayê pêş dixin. Di salên dawî de buhayê ceyran û avê pir zêde kiriye. Bi vê yekê rençber û çotkar di bin deynan de hiştine. Piştiriya ku dide çotkaran jî ji ber deynan bloke dike û dest datîne ser. Bi hinceta deynê sazî û şîrketên wekî DEDAŞ  û DSÎ nedane, bi awayekî neheq ceyran û ava welatiyan qut dikin. Piştgiriya daye çotkaran bloke dikin. Li gel biryara 10’emîn Daîreya Şêwira Bilind jî dîsa dest datînin ser pereyên çotkaran.    Em dixwazin DEDAŞ û DSÎ dest ji van pratîkên dijhiqûqî berdin. Bi taybetî DEDAŞ ku li 6 bajarên Kurdan ceyranê dide, bi feraseta qeyûm xizmetê dide."    Turan xwest bi lez DEDAŞ dawî li vê bê hiquqiye berde û ceyranê dîsa berde.