Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e 2020-05-23 09:00:27   STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, anî ziman ku Tirkiye li Sûriyeyê "ewlehiya sînor" û li Lîbyayê "welatê şîn" dike hincet û bi vî awayî li gor polîtîkaya berbelavbûnê tev digere û got, DYA jî bi awayekî neyekser destekê dide vê polîtîkayê û Ewropa jî xwe li nedîtinê datîne.    Cîhan, li dijî vîrûsa coronayê têdikoşe, lê belê şerê li Lîbyayê bêyî ku guh bide şewba coronayê bênavber didome. Hikûmeta Mûtabaqatî ya Neteweyî ku li ber hêzên Hefter ji taqet ketibû, dîsa dest bi êrîşan kir. Her wiha hefteya borî Muşteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan çûbû Lîbyayê û çûyîna wî pirsa gelo Serokê Îstixbarata Hikûmeta Mûtabaqatî ya Neteweyî Abdulqadir Tehamî miriye, tîna bîra mirov. Ligel vê ji gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ku gotibû "Înşelleh di nêz de wê xeberên xêrê ji Lîbyayê bên" û daxuyaniya NATO'yê ku gotibû "Em amade ne destekê bidin hikûêeta Trablûsê" jî diyar e wê şerê li Lîbyayê bênavber dewam bike.    Ji Zanîngeha Hambûrgê Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, qewimînên li Lîbyayê nirxandin.    Yilmaz, bal kişand ser rewşa Hikûmeta Mutabaqatî ya Neteweyî ku di demên dawî de hin deverên stratejîk bi dest xistine û got, bi taybetî jî bi destxistina Binkeya Hewayî ya Eskerî ya El Vatiyyeyê di warê kontrolkirina qada hewayî ay Lîbyayê de ji bo Hikûmeta Mutabaqatî ya Neteweyî girîng e.    PÊŞÎ LI HEFTER HAT BIRÎN    Yilmaz, diyar kir ku ligel vê ji meha Nîsanê ve jî hêzên Hefter hatine sekinandin û got: "Meha borî Hefter gotibû peymana ku di sala 2015'an de bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû çêkirin bêhikm e û xwe wekî serwerê Lîbyayê îlan kiribû. Lê belê niha wisa dixuyê ku pêşî lê hatiye girtin."    Her wiha Yilmaz, anî ziman ku mudaxileyên dîplomatîk ên bi însyatîfa Almanyayê çêdibin jî pêşî li ber serketineke eskerî ya mutleq a eniya Hefter girtiye û got, encama herî girîng a civîna Lîbyayê ya li Berlînê hat çêkirin ew bû ku her du alî li hev bikin. Yilmaz, bilêv kir ku biryareke din jî ew bû ku alîkariya çekan ji bo her du aliyan jî neyê kirin û got, lê belê ev biryar pêk nehatiye.    Yilmaz, got: "Daxuyaniya NY'yê jî piştrast kir ku ên ev qedexe binpêkirine Tirkiye û Dewletên Ereb ên Yekbûyî ne. Piştî civîna Lîbyayê vîrûsa coronayê bû rojev û ji ber vê ev îhale neketin rojevê. Lê bi taybetî li Lîbyayê bi desteka eskerî ya Tirkiyeyê, hevseng li leha Hikûmeta Mutabaqatî ya Neteweyî ne. Yanî e dikarin bêjin ku ê ku hişt hikûmeta mutabaqatî dîsa tev bigere Tirkiye ye."   Yilmaz, destnîşan kir ku Tirkiye jî ji ber ku hem li Idlîbê hem jî di polîtîkaya navxweyî û derve de xitimiye dixwaze Lîbyayê derxe pêş û got: "Tirkiye di çaçroveya stratejiya xwe ya berbelavbûnê ya li Rojhilata Navşn de, li Lîbyayê ji xwe re eniyek dît. Li gorî hejmarên fermî 2 hezar milîtanên sûriyeyî şandine Lîbyayê. Paşê hêzên behrî berê xwe dan Lîbyayê û pêşî daxilî maseya dîplomasiyê ya li Lîbyayê bû û dû re jî ji qewimînên heyî jî dixuyê ku hevkêşeya eskerî ya li qadê guherand."    Yilmaz, destnîşan kir ku geşedanên li Lîbyayê du tiştan nîşan didin û got, yek ji van hinceta "ewlehiya sînor" e ku Tirkiye ji bo mudaxileya xwe ya eskerî ya li Sûriyeyê nîşan dide. Yilmaz, diyar kir ku ev mesele jî meseleyeke sêwirîner e û divê cardin bê dîtin.    JI BO EFRÎNÊ XW ELI NEDÎTINÊ DANÎN    Yilmaz, diyar kir ku ev sêwirandin ji destpêkê ve dihat zanîn û got: "Wekî ku saziyên navneteweyî yên serbixwe jî dibêjin, ji serî de -behsa Efrînê dikim- li dijî Tirkiyeyê tu êrîş tunebûn. Lê belê ji bo hevsengiyên navneteweyî yên li Sûriyeyê xwe li endîtinê danîn û Tirkiye jî li Sûriyeyê bi awayekî defacto sînroên xwe berfireh kirin. Lîbya jî girêdayî vê berfirehkirinê ye; vê yekê jî bu hinceta 'welatê şîn' dike. Yanî tişta ez dibînim Tirkiye polîtîkaya berbelavbûnê dimeşîne."    Her wiha Yilmaz, anî ziman ku li vira jî di polîtîkaya berbelavbûnê ya Tirkiyeyê de rola komên radîqal ên îslamîst heye û got, Tirkiye wekî li Sûriyeyê li Lîbyayê jî hêzeke eskerî ya radîqal a îslamîst çêkiriye.    Yilmaz, bal kişand ser gotinên Erdogan ku gotibû "Înşelleh wê xebera xêrê ji Lîbyayê bê" û got: "A rast ez jî nizanim wê ev xebera xêrê çi be. Lê hêza ku Hikûmeta Mutabaqatê bi dest xistiye kêfa Erdogan aniye. Heger 'xebera xêrê' têkşikandina Hefter be, em karibin bêjin ev ne pêkan e. Ji bo mutabaqata lihevkirinê ya di navbera her du aliyan de liv û tevger hebûn, wisa xuyaye ev hevsengî pêk hatiye."   MA / Ferhat Çelîk