Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê 2017-12-25 16:18:50   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî KHK'yên hatin weşandin û cilên yek tîp û wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê Tirkiye dubare darbeya 15'ê Tîrmehê jiya. Îro cezakirina sivîlan û bêcezakirina bersûcan Tirkiye dixe nava kasoê."    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, têkildari 2 KHK'yên duh hatin weşandin, "cilên yek tîp", "tekşîna bi terorê re" û polîtikayên AKP'ê yên cezakirina sivîlan, civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, li Navenda Giştîya HDP'ê civîna çapemeniye pêk anî. Bilgen, anî ziman ku meclîs hatiye asta ku bê girtin û êdî betal bibe û wiha got: "Em xwe berpirsyar dibînin ku der barê van 2 biryarnameyan de bi lezgîn nirxandin bikin û têkildarî talûkeya ku li benda Tirkiye  ye hişyarî bikin.  Bi taybetî bendemayîna girtina meclîsê, hikûmet guhê xwe ji banga 'Bila meclîs vekirî bimîne û ev mijar li meclîsê bên nirxandin' re digire. Dîsa MHP piştgiriyê nade bangê. Niha meclîs girtî ye. Ligel ku meclîs girtî ye ev biryarnameyên KHK'ê tên weşandin. Ev operasyona li dijî cemaweriyê bêhurmetiya li dijî vîna gelan e. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan piştî KHK hatin weşandin çû Sudanê. Sudan welatê ku hêzên paramiliter  serdest in. Welatê ku şerê hundir lê serdest e. Welatê ku bi awayekî fîîlê bûye du perçe. Serokê wî welatî li dijî sûcê mirovahiyê hatiye mahkumkirin. Lê Tirkiye diçe bi Sûdan re wêne dikişîne. Ev pir watedar û peyamekê dide. Ev nîşan dide ku ev yek dê Tirkiye bi kuve kaş bike."     BI ZANEBÛN BI KHK'Ê RASTKIRINA TAŞERONAN KIR   Bîlgen bal kişand ser biryara karkerên taşeron a bi KHK'ê hat rastkirin û wiha got: "Pirsgirêka karkerên taşeron a anîna meclîsê ji bo çareseriyê girîng bû. Lê ev yek bi zanebûn di bin KHK’yan de sererast kirin û xwest rê li pêş niqaşan bigirin. Lê ev yek bi KHK'yan nayê rewakirin. Ev KHK'ê niha nayên qebûlkirin.    'HESABÊN 15’Ê TÎRMEHÊ DERBAS KIRIN E…’   Bîlgen bibîr xist ku gelek caran li ser sererastkirina “kincên yek reng” gelek caran hişyarkirinan kirine û wiha axivî: “Di warê darizandinek adilane de dê hemû dozan seqet bihêle. Her çiqas hikûmet bêje têkoşîna li dijî terorê ye jî lê ev peyamdayaîna wan a lixwe mikûr hatinê ye. Tişta me qilqalî dike jî ev erêkirina vê xalê ye. Ev wisa dide xuyakirin hesabên 15’ê Tîrmehê jî derbas kirine. Wezîfedarkirina rêxistinkirina wek Tîmên Taybet ên Gel (HOH) ji bo Tirkiyeyê rê li ber talûkeyek vedike. Mînaka ji bo kincên nû ya Guantanamo şermek mezin e. Mînak nîşandana Guantanamo ya ku hikumetê noketya demokrasiya Tirkiyeyê gihîştiyê dide nîşandan. Heta roja îro her cara ku van kincan ceribandin welat bi giran birîndar kiriye. Dê îro jî ev yek ji ya berê ne kêmtir be.”    'DÊ TIRKIYEYÊ BER BI ALOZIYÊ VE BIBE”    Bîlgen da zanîn ku ji duh ve “şerê navxweyî” tê nîqaşkirin û got: “Ji bo parastina leşkeriyê ev sererastkirin di Parlamentoyê de derbas kirin. demek beriya niha Tirkiye 15’ê Tîrmehek din derbas kir. Îro têkildarî zemîna cezakirina sivîlan wê Tirkiyeyê ber bi aloziyên hin kurtir ve bibe. Ev gavek bi xetere ye.”    BANG LI CHP’Ê KIR KU BI HEVRE MECLÎSÊ KOM BIKIN    Bîlgen, bilêv kir ku ew di wê qenaetê dene pêngavên wiha ji bo mekanîzmayên demokratîk ên li Tirkiyeyê betal bikin tên avêtin û wiha domand: “Bi vê yekê re dixwazin Tirkiyey ber bi şerekê navxweyî ve bibin. Li hemberî van lêgerînan, ne li bendêne ku kes nêzîkatiyek asayî nîşan bide. Me duh bangî hevserokên bajar û MYK’a xwe kir ku bi lezgînî kom bibin. Di heman demê de em bang li hemû partiyên muxalîf dikin ku nêzîkatiyek hevpar nîşan bidin. Ji bo em di parlamentoyê de kom bibin bêguman destpêkê me bang li CHP û hemû parlamenteran kirin. Ji bo em van gavan bavêjin dibe ku sibe pir dereng be. Di dîrok Tirkiyeyê de û li ser erdnîgariyek nêz heman pêvajoyan encamên pir xerab bixwe re anîn.”   Bîlgen, bal kişand ser nîqaşên Berdevkê AKP’ê Mahîr Unal ê têkildarî sererastkirinê û wiha bi dawî kir: “Bila wê demê binivîsandana. Heya  bêje ev ne diyare, serê wê vekiriye û dibe ku bibe sedema hemû îstîsmaran. Dê hin kesên derdorê bi cesaret bike. Hinek dibêjin ‘berdewama 15’ê Tîrmehê ye’ û ser civînekê de digirin. Ger hinek jî bi hêza xwe ceza bikin, gelo dê çi biqewime.”