Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye? 2020-05-28 15:30:13 ENQERE - Parlamenterê HDP'e yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, têkildarî êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuak Oktay bibersivîne. Kaçmaz, pirsa "Armanca êrîşên bi rêk û pêk yên li dijî avahiya  HDP'ê ya Cizîrê çîye?" ji Oktay pirsî.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, êrîşên li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê bir rojeva meclisê. Şevê din li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê êrîş pêk hatibû. Kesekî bi rûpoş xwestibû avahiyê bişewitîne. Parlamenterê HDP'e yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuak Oktay bibersivîne. Kaçmaz, ev pirs ji Oktay pirsîn:    “* Li Tirkiyeyê HDP partiya 3'emîn a mezin e. Armanca bi rêk û pêk a li dijî HDP'ê çiye?    * Berê jî li dijî avahiya HDP'ê êrîş pêk hatibûn. Der barê êrîşkarên berê de lepirsîn hat kirin. Encam çiye? Têkildarî êrîşan kes hatin binçavkirin û hatin girtin ya na?    * Kesê şeva 28'ê Gulanê xwest avahiya HDP'ê ya Cizîre bişewitîne û di kamerayê de jîhat dîtin kî ye?    * Li Navçeyek wekî Cizîrê biçûk, armanca vê êrîşa li dijî HDP'ê çiye? Sedema nedîtina berpirsiyaran çiye?    *Ji bo kesên ev êrîş pêk anîn û kesên fermana êrîşên dan bên dîtin û darizandin hûn dê çi bikin?