Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne 2020-06-01 10:35:33 AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, asta ku pêkanînên tundiyê hatinê weke “dewleta polis” pênase kir û ev tişt got: “AKP, bi hêzên ewlehiyê welat ber bi tundiyê ve didefîne.” Tundiya polis, cendirme û notirvanan ku di demên dawîn de zêde bûye, her roj bûyerek lê zêde dibe. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, tundiya polis, cendirme û notirvanan nirxand û diyar kir ku tundiya polis, cendirme û notirvanan bûye siyaseteke giştî.   DARAZA NAKEVE TEVGERÊ   Koç, diyar kir ku gotina hêzên ewlehiyê ya “Ez dewlet im” kakilê tundiya heyî nîşan dide û wiha got: “Kesên ku bi kincên xwe yên ewlehiyê îşkence û memleya xerab li mirovan dikin, rûyê rasteqîn ê dewletê radixin ber çavan. Daraz, li dijî van kesên ku li ser navê dewletê tundiyê dikin nakeve tevgerê.”   ÎŞKENCEXANEYA SERVEKIRÎ   Di berdewamê de Koç tundiyên polisan ên demê berê bi bîr xist û da zanîn ku ji ber politikaya bêcezahiştinê kesên ku tundiyê li welatiyan kirine bê ceza hatine hiştin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye din av tundiyekê de ye û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Ji ber desthilatê û rêxistinên wê, welat bûye îşkencexaneyeke ser vekirî.”   TALÛKE MEZIN E   Koç, bi lêv kir ku hiqûq jî bi qasî oksîjenê pêwîst e û wiha domand: “Heke dewlet dev ji hiqûqê berde dê veguhere rêxistineke mezin a sûc. Li qereqol û odeyên girtî îşkence li mirovan tê kirin. Divê herkes li dijî vê derkeve û bi karanîna mafê xwe yê demokratîk daxwaza hiqûq û demokrasiyê bike. Talûke mezin e, bila kes xwe di ewlehiyê de nehesibîne.”   JI CIVAKÊ DITIRSIN   Asta îşkenceyê ku gihiştiyê Koç, weke “dewleta polis” pênase kir û nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Civakê dikin bin tundiyê. Divê hemû partiyên siyasî û rexistinên mafên mirovan li dijî vê yekê derkevin. Li girtîgeh û kûçeyan îşkence li mirovan tê kirin. Vana dewleta hiqûqê ji holê rakirine û bi rastî jî ji demokrasî û civakê dtirsin.”   MA / Dîndar Karataş