Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e 2020-06-04 11:28:54 ENQERE - Partiyên muxalefetê bertek nîşanî yasaya berfirehkirina notirvaniyê da. HDP vê yasayê wek “hêzên paralel” pênase kir û CHP’ê jî got “Çima qey milyonek hêzên çekdar têr nakin?” Li Meclîsê hevdîtinên derbarê 18 xalên ku erk ango rayeya notirvaniyê berfireh dike didomin. Muxalefet bertek nîşanî yasaya notirvaniyê dide û îtîraz dike.   Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku berfirehkirina vê yasayê di vê pêvajoyê de manedar e û heke erka notirvanan berfireh bibe dê tundiya ku notivan li kuçe, kolan û meydanan dikin hin bêtir zêde bibe. Togrûl anî ziman ku îqtîdar dixwaze notirvanan wek polîs û eskeran bike xwedî erkek mezin û vê pirsê kir: “Armanca rejîma hêzek wiha paralel çi ye? Ev tê wê maneyê ku wê cihê polîs nikaribin xwe bigihîninê dê notirvan li wir tundî û îşkenceyê bikin.”   Parlamenterê CHP’ê yê Bûrsayê Erkan Aydin jî bertek nîşanî yasaya notirvaniyê da û got: “Nêzî milyonekê hêzên çekdar hene lê gelo têr nakin. Niha jî rabûne erka notirvanan zêde dikin. Ev nayê qebûlkirin.”   Parlamenterê Partiya Îyî yê Edeneyê Mehmet Metanet Çûlhaoglû jî da zanîn ku aramiya li welat ne bi hêzên çekdarî dê bi zêdekirina edaletê aramî û bawerî pêk were. Çûlhaoglû got aramî bi notirvaniyê mayînde nabe.