Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin 2020-06-04 15:00:41 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, pirsên Rojnameger Murat Sabuncu bersivandin. Sancar, têkildarî kuştina George Floyd ê polisan li DYA'yê bi îşkenceyê kuşt anî ziman ku  rewşa girsê ya niha têde ye dê piştî demekê bêtir zelal bibe. Bi taybetî rewş û xebatên girseya xizan dê bêtir zelal bibe. Êrîşa polîsên nijadperest yekem car pêş nakeve. Ev îşkence û êrîşên polisan pir zêde dikeve rojevê. Em dibînin ku polîsê sibê pir hovene nêzî mirovên reş dibin. Di vê pêvajoya ku hêrsa civakê zêde bûye ev yek dibe sedema teqînê. Kuştina George Floyd a ji aliyê polîsê sipî û bertekên piştî wê, tenê ne girêdayî kuştina polîsê nijadperest e. Ev berteka girsê li dijî bê edaletiyê ye. Dema em li vîrûsa Covît 19 dinerin, li DYA herî zêde mirovên reş bi vê nexweşiyê ketine. Ev hêrsa li dijî bê edaletî û neheqiyê ye.    BELGYA HELWESTÊ YA HDP'Ê    Sancar, anî ziman ku HDP'ê belgeya 9 xalên helwestê diyar kir û wiha lê zêde kir: "Muxabatê vê bangê hemû beşên civakê yên demokratîk e. Em ewil bang li mirovên bi wîcdan dikin. Em dixwazin helwesta HDP’ê nişanî hemû mirovên xwe bidin. Yên dixwazin me darizînin, bila bi helwesta xwe me darizînin. Bila bi gotinên me û kirinên me darizinin. Dîsa banga me ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ne. Em bang li komele, sendîka û rêxistinên pîşeyêdikin. Herî dawî jî em bang li partiyên siyasî dikin. Em dibêjin werin em li ser 9 xalan diyalogê pêş bixin û li ser van 9 xalan li hev bikin."     ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD MI MUZAKEREYAN PÊKAN E   Sancar, destnîşan kir ku 9 xalên helwestê ji bo pirsgirêka Kurd e û wiha axivî: "Ev xal ji bo diyalog û muzakere pêş bikevin e. Em aşkere ji muxalefetê re dibêjin. Em dibêjin, li ser naverok, rêbaz û esasê çareseriya pirsgirêka Kurd em bibin yek. Em dixwazin li ser rêbazê li hev bikin. Dîsa dema em li ser rêbazê niqaş bikin jî divê em aşkere bikin ku em çi dixwazin û çi naxwazin. Em aşkere dibêjin pirsgirêk bi tecrîd û polîtîkayên ewlehiye çareser nabin.  Li şûna vê yekê divê em diyalog û muzakereyan pêş bixin. Divê em pirsgirêka Kurd li ser bingeha siyaseta demokratîk û rêbazên demokratîk çareser bikin.    Sancar, da zanîn ku tê têkoşîna xwe ya demokratîk mezin bikin û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin. Êrîşa li dijî wekîlan, di rastiya xwe de êrîşa li dijî gel e."