Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin 2017-12-26 15:12:44 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku bi KHK'yên hatin îlankirin darbeya sivîl dê bêtir giran bibe û xwest li dijî OHAL'ê  hemû hêz bibin yek û ji bo rakirina OHAL û KHK'yan têkoşînê bilind bikin.  Civîna Hevserokên bajaran ên HDP'ê ya Awarte, li Navenda Giştî ya HDP'ê ya Enqere berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay ku beşdarî civînê bû civina çapemeniyê pêk anî. Kemalbay bal kişand Biryara Di Hukmê Qanûnê de (KHK' yên hêjmar 695 û 696'an û wiha got: "Ev 2 KHK'yên dawî darbeya sivîl ku demek dirêj li Tirkiye berdewam dike dê bêtir girantir bike. Piştî van biryaran dê sivîlên li Tirkiye bêtir hev bikujin. Bi van biryaran Tirkiye dixin nava şerekî navxweşî û rewşa aloz û kaos. Hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Gel anîye hemberî hev û kiriye du enî. Ev biryarek li dijî wîcdan e. Vê biryarê ji niha de bandor li ser civakê kiriye. Divê hemû sendîka, komele rêxistinên civakî û hêzên demokratîk li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Em diyar dikin ku ev biryarên ku Tirkiye têxe nava şer û pêşerojek tarî qebûl nakin.    'ERDOGAN MÎRATEYA KENAN EVREN E'    Kemalbay, anî ziman ku daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên der barê KHK'ê de bi nakok in û wiha got: "Yek dibêje 'yên ne terorîst' bila netirsin'. Yekî din dibêje 'têkildarî kesên 15'ê Tîrmehê ne' Li vir pir aşkere dibêjin. Êdî ewlehiya canê tu kesî tune ye. Pêvajoya darbeya serdema 12'ê îlonê mezin kirin. Îktîdara Îslama Siyasî darbe mezin kir û bi vê yekê mîrateya Kenan Evren dewir girtiye. Erdogan, mîrateya Kenan Evren dewir girtiye."    Dive hemû kesên alîgirê demokrasî bi wîcdan û ehleq, li dijî van biryaran û van pêkanînan dengê xwe bilind bikin. Divê hemû h3ezên demokrasiyê êdî li dijî êrîş û hewldanên faşist bibin yek û dengê xwe bi hevre bilind bikin. Divê em bi hevre li dijî OHAL û KHK'yan têkoşîna xwe bilind bikin.    Hemû hevserokên HDP'ê yên bajaran tev li civîna ber avahiyê bûn.