Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e 2020-06-05 15:43:40 STENBOL - Rêveberên EMEP, ESP û SYKP’ê betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran wek “sazîbûna faşîzmê” ya AKP-MHP’ê nirxandin û ew ê bi têkoşîna hevpar ji vê yekê re bêjin raweste.   Rêveberên partiyên çepgir li dijî betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamenter HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû bertekên xwe anîn ziman.   SYKP: EM DIKARIN VÊ FAŞÎZMÊ RAWESTÎNIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirin a Çepgir (SYKP) Canan Yuce bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya her sê wekîlan da û got: “Betalkirina wekîliyê û girtina wekîlan sazîbûna faşîzma îqtîdara AKP-MHP’ê ye. Em ê bi têkoşînek hevpar a demokrasiye de ji vê faşîzmê re bêjin rawest e.”   EMEP: EM GAV PAŞ VE NEAVÊJIN   Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan da zanîn ku tu eleqeya betalkirina parlamenteriyê û girtina wekîlan bi hiqûqê re nîne û got: “Rejîma yek zilam a otoriter lez daye zextan. Hiqûq û darazê nas nake. Ev sepanên rejîma yek zilamî ne. Îqtîdar encama hilbijartinê ya gel nas nake. Em ê li dijî vê rejîma wan zextdar li ber xwe bidin û bi têkoşînê rawestînin û gav paş ve neavêjin.”     ESP: EM XWEDÎ TECRÛBEYA TÊKOŞÎNÊ NE   Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu jî diyar kir ku li hember wan rejîmek faşîst û mêtinger heye û ev rejîm di serî de desteserkirina mafên gelê krud û hemû kedkaran serî li her rêbazê dide. Tumuklu anî ziman ku ew betalkirina parlamenteriya her sê parlamenteran û girtina wan wek “faşîzmê” pênase dikin û got: “Em xwedî wê tecrûbeya têkoşînê ne ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Divê em ji jiberkirinan êdî birevin. Divê em bi her awayî li dijî vê darbeye derkevin. Artık bazı ezberlerEm helwesta CHP û Partiya Îyî jî rexne dikin.”