HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê 2020-06-06 12:20:19 ENQERE – HDP li dijî darbeyên siyasî yên îqtîdarê biryara “li ber xwe dan” girt û “Meşa demokrasiye ya li dijî darbeye” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin. Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê piştî betlakirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû duh bi awayek awarte civiyabû.   Civîna HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk hat. Di civînê de li ser betalkirina parlermenteriya her sê parlamenteran nirxandin û gengeşe hatin kirin û di civînê de nirxandin û şîroveya hem li dijî îradeya gelê kurd û hem jî li dijî îradeya hemû hêzên demokrasiyê darbeya siyasî pêk hatiye derket pêş.   TÊKOŞÎNA HEVPAR    Desteya Rêveberiyê ragihand ku “Vekişandina ji Meclîsê” di rojeva wan de nîne û ya esas ku ne meşru ye AKP-MHP ye. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên partiye girtin, serkirdeyên HDP’ê dibêjin îqtîdar dixwaze Meclîsê bîne asta nikare bişixûle û ji ber vê yekê jî divê hemû hêzên demorkasiyê xwe bikin yek ji bo ku îqtîdar hilweşe.   Desteya Rêveber dide zanîn ku ew ê di her şert û mercan de xwedî li îradeya ku HDP temsil dike derkevin û dê têkoşîna xwe li her deverê birêve bibin.   HDP BER BI ENQEREYÊ VE MEŞ DIDE DESTPÊKIRIN   Desteya Rêveberiya HDP’ê betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran wek “darbeya siyasî” pênase dike û dê HDP bi hêza xwe ya partî û gelê xwe re li ber xwe bide. Di civîna Desteya Rêveberiyê de biryara dê ji her deverê Tirkiyê bimeşin Enqereyê hat girtin. Desteya Rêveber “Bernameya têkoşîna demokratî a li dijî darbeye” zelal kir û wê vê meşê di bin navê “Meş demorkasiyê ya li dijî darbeye” li dar bixe û ji aliyê serkirdeyên HDP’ê ve ku meş ji kîjan bajaran dest pê bike tê gengeşekirin. Piştî ku HDP wezîfedarkirinê û bernameya meşê zelal bike dê di rojên pêş me de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî mijarê daxuyanî bide çapemeniyê.   HDP DÊ SERDANA HÊZÊN DEMORKASIYÊ BIKE   HDP dide diyar kirin ku ew ê li Meclîs û kolanan hin rêzeçalakiyan li dar bixe. HDP wê banga xwedî li îradeya gel derkevin li hêzên demokrasiye bike. Wê di vê çarçoveyê de HDP serdana partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk bike.   MA / Bêrîvan Altan