Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir 2020-06-07 16:48:46 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di dîroka Tirkiyeyê de, xala werçerxêyê û got: “Darbeya ewil di 7’ê Hezîranê de kirin. Lê HDP’ê cardin qezenc kir. HDP êdî bendera gelên Tirkiyeyê.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bi parlamenterên partiya xwe re Rêxistina HDP’ê ya Îdirê ziyaret kir.    Bûldan di serdana xwe de daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Di 4’ê Mijdarê de wekîltiya Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlamenterên me betal kirin. Piştî 4’ê Mijdarê, darbeyên siyasî dewam kirin. Hem êrîşî şaredariyên me kirin û hem jî wekîlên me kirin. Îro salvegera 7’ê Hezîranê ye. Gelên Tirkiyeyê baş dizanîn ku, 7’ê Hezîranê hêviyên mezin dan gelên Tirkiyeyê.”   HDP BENDERA GELANE   Buldan, bal kişand ser hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an û wiha bilêv kir: “Darbeya yekemîn di hilbijartina 7’ê Hezîranê de kirin. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, serkeftina HDP’ê hezm nekirin û hilbijartin betal kirin. Di 1’ê Mijdarê de carek din welat ber bi hilbijartinê ve birin. Gelo çi bû? HDP’ê cardin qezenc kir. Gelo çibû? HDP’ê hilbijartin cardin winda nekir. Dûre di hemû hilbijartinan de HDP bû hêvî. Bû bendera hemû gelên Tirkiyeyê.”    GER HDP TUNEBE KES HILBIJARTINAN QEZENC NAKE   Bûldan, qala hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî kir û wiha got: “Ligel hemû astengiyan, xesp û qeyûman jî, me hevşaredariya gelek bajaran qezenc kir. Hilbijartina Stenbolê di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn bû. Li dijî faşîzmê, li dijî êrîşan, li dijî tundiyê, li dijî tune hesibandinê, li dijî înkar û êrîşan, em bi hêzên demokratîk re ketin hilbijartina 23’yê Hezîranê. Ger HDP nebûya wê li Stenbolê, Enqere, Antalya û Mêrsînê kesekê qezenc nekiriba. Em îro jî îdîa dikin ku ger HDP tunebe wê kes hilbijartinê qezenc neke.”