Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin 2020-06-08 10:02:26 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî betilkirin û girtina parlamenterên HDP’ê diyar kir ku dixwazin peşkê li siyaseta demokratîk bixin û dê nikaribin bi vê yekê siyaseta kurd teslîm bigirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir betalkirina parlamenteriya Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û girtina wan nirxand.   Bayindir betalkirina parlamenteriya parlamenterên DEP’ê û girtina wan a di sala 1994’an bi bîr xist û got polîtîkaya îro li dijî partiyên kevneşopiya DEP’ê tê birêvebirin heman siyaset e û aqilê dewletê dixwaze peşkê li siyaseta demokratîk û kurd bixwe. Bayindir vê astengiyê wek stratejiyek nirxand.   ‘HEKE KURD TÊNEKOŞIN WÊ BIBIN ARMANC’   Bayindir anî ziman ku heke gelê kurd li dijî vê siyaseta qirker a AKP-MHP’ê û dewletê tênekoşin dê her tim bibin armanca vê siyaseta faşîzmê û têkoşîna gelê kurd bawerî û hêviya siberojê dide gelek derdoran. Bayindir diyar kir ku ew wek partiya herî mezin a pêkhateyên HDP’ê ji bo têkoşînek seferberî ya li dijî êrişan hewldanan bikin û ew ê her kêlî li cem HDP’ê cih bigirin û mil bidin milên wan û têkoşîna xwe mezin bikin.   ‘KURD QONAXEK GIRÎNG DE DERBAS DIBIN’   Bayindir bal kişand ser nîqaşa sîne-mîllet jî (vekişîna HDP’ê ya ji parlamentoyê) û got ew ê vekişîna HDP’ê ya ji parlamentoyê sûdê li têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê neke û ew ê li gel HDP’ê mevziyên xwe û destkeftiyên xwe biparêz in. Bayindir anî ziman ku kurd li tevahiya Kurdistanê di qonaxek dîrokî de derbas dibin û ew hewl didin kurd di her warî de destkeftiyên xwe biparêz in û xwedî li vîna xwe derkevin. Bayindir got ji bo parastina destkeftiyan jî kurd neçarin stratejiya xwe ya yekîtiyê li pêş bixin.   ‘WÊ NIKARIBIN SIYASETA KURD TESLÎM BIGIRIN’   Bayindir destnîşan kir ku tevî hemû êrişkarî û zilma dewletê ango îqtîdara AKP-MHP’ê jî dê paş da gav neavêjin û got: “Wê nikaribin tu sazî û dezgehek me û siyaseta kurd teslîm bigirin. Dixwazin bi her alî îradeya me bişkînin lê wê bi ser nekevin. Pir eşkere li ser Kurdistanê dagirkerî û mêtingeriyê pêk tînin. Wê ev stratejiya wan pûç derkeve. Niha siyaseta ku îqtîdara AKP-MHP bi rêve dibin siyaseta dewleta kûr e û ew aqil wan birêve dibe. Em ê li dijî van êrişan, zextan, zilmê û astengkirina siyaseta kurd û demokratîk qet tavîz nedin û netirsin. Heta azadiya gelê kurd wê têkoşîna me her kêlî bidome.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel – Cahît Ozbek