‘Gelê bê nefes tê hiştin dê tekoşîna xwe bilind bike' 2020-06-09 15:38:09   ÎZMÎR - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê bang li her kesî kir ku tev li Meşa Demokrasiyê bibin û wiha got: “Gelan bê nefes dihêlin. Gelên bê nefes tên hiştin dê dengê xwe bilind bike. Dê têkoşîna xwe mezin bike."    Navenda Giştî ya HDP'ê biryar girt ku di 15'ê Hezîranê de "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" bidin destpêkirin. Têkildarî çalakiya "Meşa Demokrasiyê ku 6 roj şûnde dest pê bike, rêxistina HDP'ê ya Herêma Egeyê li Îzmirê dest bi amedakariyan kir. Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Besriye Tekgur û Kadir Baydur, ji bo "Li dijî darbeyan Meşa Demokrasiyê" bang li hemû hêzên demoratîk û aştîxwaz kirin ku tev li meşê bibin.      Hevseroka HDP'ê yê Îzmirê Besriye Tekgur, anî zizam ku piştî îqtîdara AKP'ê di hilbijartina dawî de têk çû ne tenê li dijî HDP û gelê kurd, êdî li dijî hemû hêzên demokratîk û muxalif şer dike. Li dijî jinan, parazvanên xwezayê, karker û hemû hêzên muxalif şer dike. Di zagona înfazê de jî cudakarî kirin. Kujerên jinan, endamên çeteyan serbest berdan. Îstîsmarkarên zarokan serbest berdan. Hemû cîhan li diji şewbê têdikoşe. Lê AKP li dijî HDP'ê şer dike. Qeyûm tayînî şaredariyan dike. Wekilên HDP'ê digire. Êrîşî goristanan dike. Li DYA û Fransa gelê ku nikare nefesê bigire îsyan dike. Serî hildide. Li Tirkiye jî gelê bê nefes tê hiştin dê îsyan bike. Dê têkoşqîna xwe bilind bikin.b"      Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Kadir Baydur jî anî ziman ku dê nuner û hilbijêr di 14'ê Hezîranê de ji bo Meşa Demokrasiyê têkevin rê û wiha got: "Em ê hefteyekî sazî rêxistin, komele û sendîkayên sivîl û demokratîk ên li îzmirê ziyaret bikin. Em bang li hemû kesên demokrasî aştiyê dixwazin dikin. Dîsa hemû kesên ji AKP’ê bêzar divê dengê xwe bilind bikin. Em ê bi hemû hêzan re bên cem hev. Divê hemû kesên alîgirê aştî û demokrasiyê hêzê bidin vê meşê."