Erka bikaranîna çekan dan notirvanan 2020-06-10 11:20:22 ENQERE – Li gorî Teklîfa Qanûnê ya Notirvanên Sûk û Taxan ku li Desteya Giştî ya Meclîsê hat pejirandin dê notirvan bibin xwedî erka bikaranîna çekan.    Li Desteya Giştî ya Meclîsê du xalên Teklîfa Qanûna Notirvanên Sûk û Taxan hat pejirandin. Li gorî xalên hatine pejirandin dê notirvan dikaribin kesên cezayên wan hatiye pejirandin binçav bikin û radestî polîsan an jî leşkeran bikin. Her wiha li gorî pejirandina xalan dê notirvan bibin xwedî erka bikaranîna çekan.    Hevîtinên têkildarî Teklîfa notirvanan îro jî li Desteya Giştî ya Meclîsê bidome.