Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin 2020-06-11 12:25:45 WAN - Berdevka Meclîsa Ciwanên HDP’ê Betul Unsal, bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî bernameya “Têkoşîna demokratîk” bibin û got: “Ev meş meşa azadiyê ye. Em hemû ciwanên ji bo pêşrojê xwedî gotinin vedixwînin meşa  azadiyê.”  Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya bernameya HDP’ê ya bi şîara “Têkoşîna demokratîk” dest pê kir de xebatên xwe yên rêxistinbûyînê dewam dikin.  Berdevka Meclîsa Ciwanên HDP’ê Betul Unsal, xebatên xwe nirxnadin û wiha axivî: “Em bang li hemû ciwanên ku ji bo pêşrojê  xwedî gotinin dikin ku li dora bernameya  “Têkoşîna demokratîk” kom bibin û têbikoşin.”    15 HEZÎRANÊ WÊ GAVA EWIL BE    Unsal, bal kişand ser têkoşîna hevpar a ciwanan û wiha  got: “Em saziyên ciwanên demokratîk û sosyalist ên li welat, bi ciwanên rêxistinkirî re di çarçoveya yekitiya neteweyî de tên gelhev û hewl didin têkoşînek hevpar bihonin. 15’ê hezîranê wê gava ewil be. Em hewl didin bi rêxistinên ciwan, ciwanên demokratîk, sosyalist, welatparêz û ji bo pêşerojê xwedî gotin, beşdarî vê têkoşînê bibin. Polîtîkayên pir dijwar li ser ciwanên kurd hene. Bi polîtîkayên şer, dixwazin ciwanên kurd apolitik bikin. Ji ber di demek wiha de têkoşîn derkeve holê. Dîsa li dijî jinên ciwan polîtîjayên cuda hene. Gulîstan Doku yek ji van mînake ye. Ji bo ku em van kiryaran teşhîr bikin, divê em li dora têkoşînek hevpar kom bibin.”   MEŞA BER BI AZADIYÊ VE   Unsal, bang li ciwanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Faşîzma AKP Û MHP’ê polîtîkayên pir cuda li ser ciwanan dide meşandin. Divê em baş bibînin ku êrîşên mezin li dijî ciwanan hene. Ji ber vê divê em divê em li dora têkoşînek hevpar kom bibin. Ji bo vê em bernameya ‘Têkoşîna demokratîk’ mîna meşa ber bi azadiyê ve digirin dest. Em hemû ciwanên ji bo pêşrojê xwedî gotinin vedixwînin meşa azadiyê.”