Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin 2020-06-11 13:20:00 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bal kişand astengî û lîstikên li pêş HDP'ê û wiha got: "Heta niha bi dehan partî girtin. Bend danîn pêş. Lîstik li ser lîstikê lîstin û dîsa bi ser neketin. Dê ji niha û şûnde jî bi ser nekevin."  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay di civînê de "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" û geşedanên dawî nirxand. Gunay, bal kişand ser belgeya helwestê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar û wiha got: “Me di bin  9 xalan de bang li hemû beşên muxalif, demokratîk û aştiyê dixwazin ku hemû kesên ji vê pêvajoyê bêzar û nerazî ne kiribû ku em bi hevre têbikoşin."     ‘MÎSYONA ME MEZIN BÛ'   Ebrû Gunay, anî ziman ku ew bawer dini ku hêzên muxalif û demokratîk xwedî hêzin ku vê rêveçûnê û geşedanan rawestînin û biguherînin û wiha g ot: “Em di vê mijarê de ji xwe, gelê xwe, têkoşîna civakî û cerebeyên xwe yên Dîrokê bawerin ku vê şaşiyê rawestînin û rast bikin. Ji roja ku HDP hatiye avakirin heta niha li Tirkiye siyaset di bin zextan de ye. HDP xwedî hêza siyasî ku hêzên civakê têxe nava tevgerê ye. Bi salan e li dijî me û partiya me êrîşên tunekirin û îmhayê didomin. Armanca van a esil ji ber vê hêza me ya guhertinê ye. Îqtîdar bi her awayî êrîşî me û partiya me dike. Li gel vê yekê partiya me hêza xwe winda nekir û bêtir mezin bû. Deklerasyona me ya ku me di 1'ê Hezîranê de aşkere kir û "Bernameya Têkoşîna Demokratik" ku de di çarçoveya deklerasyonê de aşkere kiribû mînaka vê yekê ya şênber e.    ‘DITIRSIN'    Armanca vê bernameya me îtîraza li dijî kesên ku dixwazin civakê bê edalet, demokratî, wekhevî, xwarin, vexwarin û azadî bihêlin e. Em bi vê bernameya xwe dixwazin rê li pêş hewldana hikûmet û îqtîdarê ya dixawze li dijî siyaseta demokratik darbeyan pêk bîne. Em hewldana hikûmetê ya darbeya siyasî red dikin. Bernameya Têkoşîna Demokratîk, daxuyanî, ziyaretên gel û rêxistinên demokratîk û sivîl perçeyê vê bernameyê ye. Meşa Demokrasiyê perçeyê vê bernamemyê ye. Di vê Bernameya Têkoşîna Demokratîk, de êmê bi beşên demokratîk ên civakê yên li Tirikye re bên cem hev. Em ê hişê têkoşîna demokratîk nûjen û zindî bikin. Sedema darbekarên berê û darbekarên niha ku li hemberî me bûne yek, ji ber ku ji me û hêza demokrasiyê ditirsin in. Ditirsin ji ber ku heta li vî welatî HDP  hebe nikarin rejîma faşizan, otoriter bi ser bixin. Dizanin ku HDP li dijî hemû tundî, zext, lîstik û êrîşan li ber xwe dide. Mînaka vê yekê ya herî baş hilbijartina 7'ê hezîranê ye."     BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ 3  MEH IN   Ebrû Gunay anî ziman ku ew li karê xwe dinerin û li gorî daxwaz û bendewariyên civakê xwe bi rêxistin dikin û bernameyan datînin pêş xwe û wiha berdewam kir: "Bernameya têkoşînê ku me daye pêş xwe bernameya 3 mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ye. Di destpêka bernameyê ya mehekê de, ewil Hevserokên me şaredariyên me yên bûne hedef, şaredariyên Îdir, Qers, Êlih û Sêrtê ziyaret kirin. Dîsa rêxistinên li Amedê yên rastî êrîşan hat ziyaret kir. Di çarçoveya bernameyê de Meşa Demokrasiyê heye. Meşa Demokrasiyê dê di 15-20'ê Hezîranê de pêk bê. Meş dê ji Edîrnmeyê û Colemêrgê dest pê bike û li Enqere bi dawî bibe.    Armanca meşa li Edîrneyê ewe ku ji ber Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş li wir girtî ye. Ji bo balê bikişînin ser girtina siyasetmedar, rojnameger, rewşenbir û nivîskaran û herî dawî ji bo balê bikişînin ser darbeya li meclîsê. Armanca meşa li Colemêrgê jî ji bo vîna çareseriyê nîşan bidin. Dê nûnerên rêxistinên demokratîk û rêxistinên civakî jî piştgiriyê bidin meşê.    Meş dê di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrgê dest pê bike û li Wan, Amed, Edene bidome. Di 19'ê Hezîranê dejî dêli Enqereyê bi dawî bibe. Meşa Edîrneyê jî dê di 15'ê Hezîranê de dest pê bike û li Stenbol, Enqere bi dawî bibe. Dê li Stenbolê bi rêxistinên civakî, karker û kedtaran re hevdîtin bikin. Komên Amed, Serhat û Çukurova dê tev li milê Colemêrgêbibin. Koma Ege, Derya Reş û Marmara jî te li milê Edirneyê dibe.    'DÊ DAXWAZÊN HERÊMÊ BÎNIN ZIMAN   Ebrû Gunay, anî ziman ku ew ê rêbazeke wan a meşa di rêyan di navbera bajaran de tune be û got:"Ew ê di 20'ê Hezîranê de li Enqereyê şaxên Colemêrgê û Edîrneyê bên gel hevdu. Ew ê bi daxuyaniyeke girseyî daxwazên herêmî bên ziman. Kesên pirsa ew ê ji bo çi HDP vê meşê bike tê kirin. Em guh nadin van manîpulasyonan. Van kesan bi nêta ne baş nêz dibin. Lê kesên ku bi nêta baş dixwazin hîn bibin jî em vî tiştî dibêjin: Kesên ku bi dizanini, jixwe dizanin. Em bi salane bi gel re ji bo azadiyê dimeşin. Loma em bi hev re dimeşin. Em bi hevre têdikoşin û ji bo siberojê dimeşin."   'ÎRADEYA GEL XETA MEYA SIYASÎ YE'    Ebru Gunay, bal kişand ser sekna li dijî darbeyan û wiha got:"Îradeya gel xeta feraseta me ya siyasî ye. Kesek nikare biçewisîne. Li dijî darbeyan alerjiya HDP'ê heye. HDP bi darbekaran li hevdu nake, li dijî wan têdikoşe. Di heman demê de em ê di meşê de girîngiya gel bidin ber çavan û mesafeya civakî biparêzin. Hêza me ya têkoşîna li dijî faşîzmê û li dijî darbeyê heye. Ji bo îradeya me têk bibin banga girtina HDP'ê dikin. Em jî li vir bi awayekî zelal banga serîlêdana sûc dikin. Em dibêjin bila daraz erka xwe bi cih bîne. Em dixwazin serîladana me ya sûc bigire ber çavan."   Ebru Gunay, diyar kir ku kesên îro dibêjin bila HDP bê girtin do ji bo girtina AKP'ê kampanya didan destpêkirin û wiha dewam kir:"Darazê di 2008'an de doza girtina AKP'ê dabû destpêkirin. Îktidarê jî li ser mexdûriyeta girtinê bi salan siyaset kir. Rewşa vana ya cehaltiyê ye. Vana haya wan ji rastî û dîrokê tune ye. Heta niha gelek partî hatin girtin, bend wekî astengî derket pêşberî me, lîstik lîstin lê ev hemû bê encam man."   'DIXWAZIN BI ZEXTAN BIBIN ÎQTÎDAR'    Ebrû Gunay, da zanîn ku ku daxwaza wan siyasetek demokratîk e û wiha got:"Ya ku partiya me li ser lingan dihêle daxwazên demokratîk in. Ya ne rewa ev zihniyeta derbekar e. Loma me qet dev ji têkoşîna xwe berneda. Bi zextê dixwazin îktidara xwe bidomînin. Ew ê jî bi vê helwestê wekî darbekarên din têkeve selika çopê ya dîrokê. "   'DÊ NIKARIBIN XWE RIZGAR BIKIN'    Ebru Gunay, herî dawî wiha got:"Melek Nebih Xelil bi destên OSO ya ku AKP piştgiriyê dide hat revandin û tecawiz kirên û ew kuştin. Îktidara siyasî ya ku piştgiriyê dide çeteyan berpirs e. Ev koman gelek carî li dijî jinan sûcên mirovahiyê kirine. Piştî êrîşan Efrîn bû cihê sûc û binpêkirina mafan. Herî dawî li gor rapora ji aliyê NY'ê hat parvekirin komên AKP piştigiriyê didê li Lîbyayê jî talanê û sûcê dikin. Em van êrîşan bi zimanekî tund şermezar dikin. Ew ê teqez hesabê van bidin û ew ê ji darazê nikaribin xwe rizgar bikin."