Wekîla CHP’ê Boke: Sozên AKP'ê yên îstîkrara aboriyê têk çûne

img

ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Selîn Sayek Boke, ji bo sozên desthilatdariyê yên îstîkrara aboriyê yên piştî hilbijartinê, got ku “AKP’a ku aborî têk bir, ne mimkûne ku Tirkiyeyê ji vê rewşê derbixîne. Ji xwe AKP berpirsê vê têkçûyînê ye û divê ev pergal bê guhertin.”

 
Parlamentera Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Îzmîrê û aborîzan Selîn Sayek Boke, sozên AKP’ê yên piştî hilbijartinê yên dê di aboriyê reform bike nirxand û bal kirşand ser aboriya Tirkiyeyê ya ji aliyê AKP’ê ve hat têk birin. Boke, diyar kir ku pirsgirêkên aborî yên Tirkiye dijîn ne konjonkturelin û wiha axivî: “AKP’ê bi destên xwe pirsgirêkên aboriyê derxistin holê. Di encama pergala birêve dibin de aborî ket vê rewşê.”
 
'ABORÎ TÊK ÇÛYE'
 
Boke, anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê aborî têk biriye û wiha got: “Ên ku bûn sedama van pirsgirêkan, piştî hilbijartinê jî nikarin bibin çareser. Wezîrê Maliyetê Mehmet Şîmşek, got ku ‘Divê li Tirkiyeyê aboriya piyasayê biqeyde bê bibandorkirin. Ji bo ev ji aliyê AKP’ê ve hatiye hilweşandin. Bingeha piyaseya aboriyê ya biqeyde, di hemû neyîniyan de li ser navê gel ji bo bê derbas kirin gav tên avêtin. Lê desthilatdariyê, hemû saziyên kontrol kirinê û saziyên sererast kirinê bi zanebûn ji holê rakirin. Dûre hemû mekanîzmayên sermayeye bi xwe avakirin. AKP’a ku ev pergal ava kir û aborî têk bir, ne mimkûne ku aboriya Tirkiyeyê baştir bike.” 
 
‘ÇARESERÎ BI ÇEWHERÊ AKP'Ê RE LI HEV NAKIN’
 
Boke, da zanîn ku çareseriyên reform, guhertin û aboriya Tirkiyeyê, bi çewherê AKP’ê re li hev nakin û wiha bilêv kir: “Ji xwe pergala aborî ya rantçiyê siyaseta AKP’ê  li ser piyan digire. Her tişt ji bingeha dewleta civakî derxistiye û kiriye bingeha partiyê. Êdî pêdiviya gel bi siyaseta rançi ya AKP’ê nemaye. Di aboriyê de tengaviyek mezin heye. Sedema vê yekê jî hilberîna Tirkiyeyê ne xwedi bi nirxe. Aboriya  ku nirxê ava nake, bi xwe re deyndariyê tîne. Rewşa deyndariyê, di asta takekesî de tê hîskirin. Gava  em li Tirkiyeyê mêze dikin, 30 milyon mirov deyndar hene. Hema bêje hemû dikandar, deyndarên KOBÎ’ne. Vaye em baş dibînin her roja diçe TL nirxê winda dike. Ger pêşiya vê yekê neyê girtîn dê faîz bilindtir bibe.”
 
'SOZÊN AKP’Ê YÊN  ÎSTÎKRARÊ TÊK ÇÛNE'
 
Boke di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê êdî nikare bi rêve bibe û tenê ji bo rojê xelas bike, siyasetê bi rêve dibe. Sozên AKP’ê yên îstîkrara aboriyê têk çûne. Gava em behsa îstîkrarê dikin, wê demê em behsa bawerî dayîna pêşerojê dikin. Wê demê divê di nirxa aboriyê neyê guhertin.  Lê di demên dawî de ji sedî 45 Lîreyê Tirkiyeyê nirx winda kir. Faîz li gorî salên borî du qat zêdetir bûn. Di sala 2002’yan de deyndarî 6 mîlyon lîra bû, lê niha 560 mîlyone. Wê demê bi rastî jî em di werê îstîkrabûyînê de têk diçin. Êdî hestên baweriyê heliyane û bi hemû danayên aboriya makro re aborî ketiye rewşeke ne diyar. AKP’ê bi destê xwe îstîkrarbûn têk bir. Ji ber vê yekê ne mimkûne AKP vê îstîkrarbûnê ava bike. Tirkiyey vê rewşê dibîne û divê em pergal bê guhertin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz