'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû

img
STENBOL - Di ser destnedayîna parlamenteran ku wekî “darbeya siyasî" hat pênasekirin re 2 sal borîn. Wekîlê Serokê Meclîsa yê HDP'î Mithat Sancar, diyar kir ku operasyona darbeya siyasî piştî 2 salan pûç bûye û wiha got: "Ji ber ev plana darbeya siyasî ya îtifaqa AKP-MHP'ê têk çû, neçar man ku hilbijartinê pêk bînin. 
 
2 sal berê hikûmeta AKP’ê bi îmzeya 316 wekîlan û erêkirina CHP'ê destnedayina wekîlan rakir û wekîlên HDP'ê xistin nava lêpirsînê. Piştî AKP'ê bi erêkirina CHP'ê zagona der barê destnedayîna wekîlan de guhert, doz li ser dozê li parlamenterên HDP'ê hatin vekirin. Di 20'ê Gulana 2016'an de bi 357 dengê AKP'ê û CHP'ê yên erê û 149 rengên na  ev daxwaza AKP'ê di meclîsê re derbas bû kirin zagon. Piştî guhertina vê zagonê li dijî HDP'ê operasyona siyasî pêk hat. Hevserokên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş jî di navde 12 parlamenterên HDP'ê di 4'ê mijdara 2016'an de binçavkirin. 9 jê hatin girtin. Tevî ku der barê 29 parlamenterên AKP'ê, 57 parlamenterên CHP'ê, 55 parlamenterên HDP'ê û 10 parlamenterên MHP'ê de bi giştî der barê 152 parlamenteran de lêpirsîn hat vekirin jî tenê li parlamenterên HDP'ê doz hatin vekirin ceza li wan hat birîn. Tenê parlamenterên HDP'ê hatin girtin û parlamenteriya wan hat xistin. Heta niha parlamenteriya 9 wekîlên  HDP'ê hatin betalkirin. Heta niha parlamenterên HDP'ê 432 caran hatin darizandin. 8 parlamenter ji ber ceza li wan hat birîn û 3 parlamenter ji ber neçûne meclîsê bi giştî 11 parlamenteriya wekîlên HDP'ê hat betalkirin. Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş Figen Yuksekdag ji di navde 9 HDP parlamenter hêj girtî ne. 
 
LI 27 PARLAMENTERÊN AKP'Ê HÊJ DOZ NEHATIYE VEKIRIN
 
Li aliyê din der barê 27 parlamenterên AKP'ê de 50 fezlekeyên nelirêtî, dizî û bê ehleqiyê hatin amadekirin, lê hêj doz li wan nehatiye vekirin.
 
Wekîlê Serokê Meclîsa yê HDP'î Mithat Sancar, diyar kir ku operasyona darbeya siyasî piştî 2 salan pûç bûye û wiha got: "Ji ber ev plana darbeya siyasî ya îtifaqa AKP-MHP'ê têk çû, neçar man ku hilbijartinê pêk bînin. Sancar, anî ziman ku ev polîtîkaya li dijî partiya wan darbeya siyasî ye û wiha got: "Ev darbe piştî HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir xistin meriyetê. AKP'ê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê yekem car îktîdar winda kir. Gel di 7'ê Hezîranê de bûn yek. Piştî hilbijartina 1'ê mijdara 2015'an disa polîtîkayên şer xistin meriyetê. Ji ber ku wan HDP li pêş îktîdara xwe astengiyek gelek mezin didît. Ji ber vê yekê di 4'ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP'ê dest bi operasyona binçavkirin û girtinê kirin. Niha ew pêvajo îro bi OHAL'ê berdewam dike. 16'ê Nîsanê jî berdewama vê projeyê ye. Xwestin HDP'ê tune bikin. Lê 2 sal derbas bûn ev plana wan pûç bû. HDP di 24'ê Hezîranê de bi hêzek xurttir û têkoşînek mezintir amadekariya hilbijartinê dike. Piştî AKPMHP'ê dît nikare Tirkiye bi rêve bibe neçar man biryara hilbijartinê bistînin. Ger ku HDP dengekî zêde bistîne û Demirtaş bibe Serokomar ev plana wan tê bi temamî pûç bibe. " 
 
Wekîlên HDP'ê yên parlamenteriya wan hatin xistin: Figen Yuksekdag, Tugba Hezer Ozturk, Leyla Zana, Nursel Aydogan Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Besime Konca, Selma Irmak, Osman Baydemîr, Îbrahim Ayhan û Ahmet Yildirim.
 
Parlamenterên HDP'ê yên hêj girtî: Figen Yuksekdag, Selahattin Demîrtaş, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel, Ferhat Encu, Îdris Baluken û Burcu Çelik Ozkan.
 
MA / Berivan Altan