Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, ji namzetên Serokomariyê yên din ku gotin 'Bila Selahattin Demirtaş bê berdan', xwest ku di berdana Demîrtaş de israr bikin. Temellî, anî ziman ku divê serlêdana parêzeran a ji bo berdana Demirtaş jî bi lezgîn bi biryarê ve bê girêdan. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli û parlamenterên HDP'ê li Navenda Giştîya HDP'ê ji bo Demîrtaş bê berdan civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, di civînê de diyar kir ku ji bo namzetê wan ê Serokomariyê Demirtaş bê berdan bi riya parêzeran serlêdan kirin û wiha got: “Dema me ji bo berdana Demîrtaş serî li heyeta dadgehê da, me xwest li gorî rêgezênk wekheviyê yên hilbijartinê biryar bê dayîn û hemû manzet di heman şertan de xebatên hilbijartinê bimeşînin. Me xwest derfet û şertên ji bo namzetan wek hev bê dayîn. Me xwest ji bo karibin wek hev propaganda bikin, divê li gorî rêbazên wekheviyê û şertê serbestiyê sûd bigirin. Divê hemû wek hev ji mafê proganda sûdê bigirin. Di şertê girtî de nikare mafê xwe yê radyo-TV  wekî yên din bikar bîne. Her çendî Demirtaş girtî be jî, wekî endamê Serokomariyê nikare mafê xwe yê tevlêbûna xebatên hilbijartinê pêk bîne. Nikare wekî namzetên din tev li xebatên hilbijartinê bibe. Ev li dijî rêgeza wekheviyê ye û îhlala Qanûna Bingehîn e. 
 
DOZGERÊ DOSYA AMADE KIRIYE JI FETO GIRTÎ YE
 
Temellî, da zanîn ku sibê serlêdan bi dawî dibe û xwest heyeta dadgehê der barê rewşa Demirtaş de biryarê bide û Demîrtaş serbest berdin. Temellî, destnîşan kir ku Demirtaş ji 4'ê Mijdara 2016’an ve girtî ye û wiha lê zêde kir: “5 namzetên din xwedî hemû derfet û amûrê hilbijartinê ne. Dikarin hemû amûrê hilbijartinê ji bo propaganda bikar bînin. Di xebatên hilbijartinê de girtina Demîrtaş li dijî rewatiya nemzetiyê ye. Hêj wekîlê gel e û bi dengê 6 milyon mirov hatiye hilbijartin. Îro ji dozên ku tê darizandin dozgerên dosya amade kirine ji doza FETO girtî ne. Dozgerên dosya amade kirine ji doza FETO tên darizandin. Salvegera darbeya li dijî siyaseta demokratîk e. Piştî destnedayîna wekîlan hat rakirin darbeya li dijî siyaseta demokratîk pêş ket. Dema destnedayîn hat rakirin me diyar kir ku ev li dijî Qanûna Bingehîn û siyaseta demokratîk e. Lê wê demê ji ber ku hêjmara me têr nekir me nekarîbû vê mijarê bibin Qanûna Bingehîn. Demirtaş 18 mehin li dijî hiqûqê girtî ye. Ev ji bo Tirkiye çavkaniya krîza rewetiyê ye. Rê li pêş krîza rewatiyê vedike. 
 
‘DIVÊ NAMZETÊN DIN DI BERDANA DEMÎRTAŞ DE ISRAR BIKIN' 
 
Temelli,  bang li namzetên din ên Serokomariyê kirin û xwest di daxuyaniyên xwe û banga xwe ya berdana Demîrtaş de israr bikin. Demîrtaş namzetê gelê Tirkiye ye. Em bang li darazê dikin û dixwazin serxwebûna darazê têxin meriyetê. Em bang li dadgeran dikin ku wêrek tev bigerin. Em dixwazin demîrtaş azad bibe. Ev daxwazênk hemû kesan e.