Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike

img

STENBOL - Berdevkê Alinterî Ugur Karadaş, bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û diyar kir ku îktîdar li şûna heviyê tirsê di nava mirovan de belav dike û wiha got: "Ji ber ku hêza HDP'ê ya demokrasiyê pêş bixe heye, em dê piştgiriya HDP'ê bikin. 

Rêxistina Alinterî rojên borî diyar kir ku ew dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş. Berdevkê Alinterî Ugur Karadaş, der barê hilbijartina ku 33 roj maye de nirxandin kir. Karadaş, anî ziman ku îktîdara AKP'ê ji ber krîza dijî û hilandina MHP'ê neçar maye ku biryara hilbijartina pêşwext bistînin û wiha got: "AKP û MHP'ê di operasyona li dijî Efrinê de piştgiriya dixwest ji nîjadperestan negirt. Di polîtîkayên derve de asê ma. Dîsa krîza aborî zêde bû û neçar man ku hilbijartina zordest bistînin." 
 
'HÊZA KU HDP DEMOKRASIYÊ BÎNE HEYE'
 
Karadaş, bal kişand ser sedema piştgiriya HDP'ê û dazanîn ku HDP ji hemûyan cudatir e û hêza wê ya demokrasiyê pêş bixe heye. Karadaş, li ser rol û mîsyona HDP'ê jî rawestiya û wiha got: "Hêza ku daxwaza wan a demokrasiyê, kedê û mafên kurdan çareser bike û pêk bîne HDP ye. Em bawer dikin ku dê karibe daxwazên karker û kedkaran pêk bîne. Dê karibe bibe bersîva hêzên sosyalîst û şoreşger. Ya herî girîng HDP dê karibe bibe hêza demokrasiyê. 
 
'DIVÊ PARLAMENTO Û KOLAN BIBE YEK' 
 
Karadaş, da zanîn ku dema piştgiriya HDP'ê dike, daxwazên wî jî ji HDP'ê hene û wiha pêde çû. "Divê tenê xwe bi tekoşîna li parlamentoyê bi sînor neke. Divê karibe parlamentoyê û kolanê bike yek. Divê têkoşîna kolanan esas bigire. Divê karibe bibe dengê her kesî. Divê HDP piştî 24'ê Hezîranê jî karibe girseya girsê li kolanan biparêze. Divê karibe bibe daxwazên Gezî."  
 
Karadaş, herî dawî destnîşan kir ku ew dê li her qadê piştgiriyê bidin HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Piştî 24'ê Hezîranê jî em dê piştgiriyê bidin xebat û karê rêxistinkirinê. AKP OHAL'ê wekî çekê digire dest. Bi vê çekê li karker û kedkaran dixe. Tu soz û wahdê AKP'ê êdî encam nastînin. 16 salin hêj xwe mexdûr dike. Îro AKP wekî çavkaniya hemû pirsgirêkan tê zanîn û nasîn." 
 
MA / Bilal Seçkin