Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn

img

ENQERE – HDP, dê di saetên êvarî de lîsteya navê namzetên xwe yên parlamenteriyê teslîmî YSK’ê bike. Navê hin kesên ku derketin pêş zelal bûn. Ji hemû nasname, çand û baweriyan nav cihê xwe di nava HDP'ê de digere. Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan jî li Stenbolê û Sezai Temellî jî li Wanê namzet e. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di saetên êvarî de lîsteya navê namzetên parlamenteriyê yên di hilbijartina 24'ê hezîranê de bên hilbijartin teslîmî YSK'e bikin. Navê hin mamzetên ku derketin pêş zelal bûn. Di lîsteyê de ji hemû nasname, bawerî û çandan nav hene. Rojnameger, nivîskar, rewşenbir, akademîsyen, mamoste, bijîşk, parêzer û karmendên hatin îxrackirin jî di lîsteyê de hene. Yên nav û cihê wan diyar bûn wiha ne: 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Stenbolê û Hevserokê Giştî HDP'ê Sezai Temellî li Wanê hat nîşandan. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen jî dîsa li Qersê namzet hat nîşandan. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî li Wanê namzet hat nişandan. 
 
HEMÛ NASNAMEYÊN GELAN Û BAWERIYAN HENE 
 
Ji her nasname û baweriyan nav di lîsteyê de hene. Ji nasnameya Ermeniyan Garo Paylan li Amedê hat nîşandan. Ji nasnameya Ereban wekîlê Serokê Meclîsê Mithat Sancar, li Mêrdîn hat nîşandan. Ji nasnameya elewiyan; Turgut Oker û Ali Kenanoglu li Stenbolê û Kemal Bulbul li Antalyayê hat nîşandan. Ji nasnameya Suryaniyan Tuma Çelîk li Mêrdînê hat nişandan. Ji nasnameya Ezidîyan Feleknas Uca ji Êlihê hat nîşandan. 
Ji nasnameya ola îslamê Huda Kaya li Stenbolê hat nîşandan. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk û hîndekarê Fakulteya Îlahiyetê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Nurettin Turgay li ÎZmirê hat nîşandan. 
 
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu ku 101 rojin girtî ye namzet nehat nîşandan. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyigit li Mûşê namzet hat nîşandan. Ji lîsteya rojnamegeran Rojnameger Ahmet Şik li Stenbolê û Rojnameger Tayyip Temel  li Wanê namzet hat nîşandan. 
 
PARÊZERÊN OCALAN NAMZET IN 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Buroya Hiqûqê ya Asrinê Prz Ebru Gunay li Mêrdînê û Cengiz Çiçek jî li Wanê hat nîşandan. Biraziyê Abdullah Oclaan Omer Ocalan jî li Rihayê hat nîşandan. 
 
Ji nasnameyên çepgir û sosyalîst Bariş Atay li Hatayê, ji Partiya Demokrasiyê ya Sosyalist Ridvan Turan li Mêrsînê, ji partiya Şoreşger Musa Pîroglu, Ji Federasyona Meclîsa Sosyalist Dilşad Canbaz, Erkan Baş, Ji Malên Gel Oya Ersoy li Stenbolê Ji ESP'ê Murat Çepnî li Îzmirê, ji Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist Tulay Hatimogullari li Edeneyê hat nîşandan. 
 
JI HEVPARÊN KURDAN 
 
Ji partiyên hevpar ên kurdan Îmam Taşçier  li Amedê, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk  li Agiriyê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Colemêrgê, Ji OSP'ê Nusrettin Maçin li Rihayê hat nîşandan. 
 
JI LÎSTEYA JINAN
 
Ji nasnameya jinên Feminist Filiz Kerestecioglu li Enqereyê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir li Agiriyê hat nîşandan. Hevseroka HDP'ê ya berê Serpil Kemalbay li Îzmirê hat nîşandan. 
 
JI ÇALAKGERÊN YUKSELÊ
 
Ji çalakgerên Kolana Yukselê Velî Saçilik li Enqereyê hat nîşandan.
 
NÛNERA BERXWEDANA SÛRÊ 
 
Li ser nıavê nûneren berxwedana Sûrê Remziye Tosun ku di qedexeya kolanan a Sûrê de hat binçavkirin û girtin û tevkî keça xwe Beritan Tosun girtî ne jî li Amedê hat nîşandan. 
 
Ji hunermendan Ferhat Tunç li Aydinê hat nîşandan. 
 
Ji mexdûrên KHK'ê Omer Faruk Gergerlîoglu li Kocaeliyê, aborînas Erol Katircioglu li Stenbolê hat nîşandan
 
JI HEYETA ÎMRALIYÊ 
 
Ji endamên Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê Îdris Baluken, li Êlihê hat nîşandan. Sirri Sureyya Onder nebû namzet. 
 
NAMZETÊN AMEDÊ 
 
Serokê Odeya Tabîban a Amedê yê berê Selçuk Mizrakli Endamên Dîwana KCD'ê Saliha Aydeniz û Musa Farisoglullari, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Semra Güzel, Dersim Dag, Abdurrahman Durmuş, Mehmet Temizyuz, Ferda Fahrîoglu  hatin nîşandan. 
 
Li ser navê ciwanan Dersîm Dag û Abdurrahman Durmuş namzet hatin diyarkirin. 
 
MA / Hayri Demir