Bîlgen: Em bibin parêzvan û nobedarê sindoq û dengên xwe

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got: “Rojeva me ya sereke û rojeva sereke ya Tirkiyeyê ewlehiya sindoqan e. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoqên xwe derbikevin û bibin parêzvan û nobedarê dengên xwe.” 

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojeva sereke û esil ewlehiya sindoqan e. 
 
‘HEMAN ZEXT ÎRO JÎ DEWAM DIKIN’ 
 
Bîlgen darbeya leşkerî ya di 27’ê gulana 1960’an de pêk hat bibîr xist û got: “Bi ser 27’ê gulanê de 58 sal derbas bû. Hêj ew zext û zordarî li Tirkiyeyê didome. Ji wê rojê ve siyaseta Tirkiyeyê nehatiye demokatîkirin.” 
 
‘ABORÎ DI BIN GEFAN DE YE’ 
 
Bîlgen destnîşan kir ku nêvenga li zextên li Tirkiyeyê aboriyê jî tehdîd dike û wiha dewam kir: “Niha rewşa aborî Tirkiyeyê ya rojên dawî li ber çavan e. Di bihabûna dolar û Euro de xwe dide nîşandan. Yanî aboriya Tirkiyeyê di bin gefan de ye.” 
 
‘HDP BI GELEK BENDAN RE MIJÛL E’ 
 
Bîlgen da zanîn ku yek ji rojevên girîng ew e ku YSK’ê gelek namzetên wan veto kir û namzetiya Îdrîs Baluken, Abdullah Gungen, Turgut Oker, Bedriye Yorgun bibîr xist û got: “Binpêkirina herî mezin ji vir dest pê kir. HDP tenê ne bi benda ji sedî 10 re mijûl dibe bi gelek bendên din re jî mijûl dibe.” 
 
‘EM BI BAWER IN DÊ HER HILBIJÊR BIBE PARÊZVANÊ DENG Û SINDOQÊN XWE’ 
 
Bîlgen di dewama axaftina xwe got ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê ewlehiya hilbijartin û sindoqan e û wiha lê zêde kir: “Veguhezandina 270 deng bandorê li ser encama hilbijartinê dike. Dixwazin ku bikaranîna denga zor û zehmet bikin. Hemû tabloyên vê neheqiyê li ber çavan in. Dixwazin dengên zêde yên HDP’ê veguhezînin navendên ku rêjeya AKP’ê lê zêde derdikevin û rêjeya HDP’ê daxînin. Tu hincetek ku didin nîşandan nayê bawerkirin û qebûlkirin. Em bang li hemû hilbijêr û welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin. Em bi bawer in dê her hilbijêr bibe parazvan û nobedarê sindoq û dengên xwe.”