Buldan ji Erdogan pirsî: 16 salin hûn li ku bûn?

img
AYDIN – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li navçeya Dîdîmê Cemxaneya Dîdîmê ziyaret kir û danezana Serokê AKP'ê Tayîp Erdogan ku qala "Statuya cemxaneyan" dike rexne kir. Buldan, bang li Erdogan kir û got: "16 salin tu li ku bû?" 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de bernameyek amade kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî tev li bernameyê bû. Buldan û heyeta pêre li navçeya Soke ya Aydinê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Buldan, ji navçeyê heta bajar bi karwanek mezin derbas bû. Buldan li Sazlikoyê karkerên înşaetê silav kir û derbas bû. Buldan piştre çû Cemxaneya Dîdîmê ziyaret kir. 
 
HILBIJARTINA ZORDEST NÎŞANEYA QEYRANA HIKÛMETÊ YE
 
Buldan, diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP'ê hilbijartina zordestiyê danîn pêş xwe û wiha got: "Hilbijartina zordest encama krîza ku hikûmeta AKP'ê nikare Tirkiye bi rêve bibe ye û wiha got: "Em dizanin hikûmeta AKP'ê li vî welatî çawa nêzîkî nasnameya bawerî, civak û rengên cuda dibin. Em dizanin li ser vê erdnîgariyê li Dersim, Çorum Mereş û Gaziyê komkujî pêk hatiye. Ger ku em van komkujiyan ji bîr bikin bila dilê me raweste. Em dê çawa komkujiya Roboskê ji bîr bikin. Em dê komkujiyên Dersim, Çorum û Gaziyê çawa ji bîr bikin. Em baş dizanin ku nasname, çand, bawerî û civakên cuda yên li ser vê axê jiyan, ji bo bi reng û nirxên xwe bişîn têkoşînek mezin dan. Em dizanin hikûmetan her dem elewî ji bo xwe wekî gef dîtin. Her dem elewi û cemxane li dijî xwe tehdît dît. Ger ku mafê elewiyên li ser vê axê dijîn nayê qebûlkirin, em amade ne ji mafê xwe feragat bikin." 
 
16 SALIN HÛN LI KU BÛN
 
Buldan, anî ziman ku li vî welatî mafê sunniyan çibe mafê elewiyan jî ew e û wiha berdewam kir: "Mafê elewî û sunniyan heman maf e. Divê her du wek hev baweriyên xwe bijîn. Divê mefê herduyan wek hev bê parastin. Lê em dibînin mafê civaka elewî tê xwarin. Mafê elewiyan nabînin. Piştî em hatin meclîsê heta niha me bi dehan caran daxwaz û mafê birayên me yên elewî anî meclîsê. Me ji bo mafê wan pêşniyarname û pirsname da meclîsê. Ji ber ku meclîs bi piranî di destê hikûmeta AKP'ê de ye, her dem ev daxwazên me hatin redkirin. Her dem daxwazên kurdan û elewiyan hat redkirin. Her dem daxwazên reng, bawerî û nasnameyên cuda hat redkirin. Lê niha derketine dibêjin em dê statuya elewiyan û cemxaneyan bidin. Serokomar Tayip Erdogan di danezana hilbijartinê de dibêje dê daxwazên elewiyan li ber çavan bigirin û cemxaneyan bikin xwedî statu. Em dipirsin û dibêjin "16  salin tu li ku bû? We her dem baweriya civakan tune hesiband. We her dem nedît. Lê piştiî we starta hilbijartinê da hûn qala mafê elewiyan dikin. Ji bo hûn dengan ji elewiyan bistînin hûn vê yekê dikin rojev. Hemû gelê elewî vê yekê zanin û hemû gelên Tirkiye vê yekê zane." 
 
’24 HEZÎRAN FIRSENDEK DÎROKÎ YE'
 
Buldan, bang li hilbijêran kir û got: "Hûn dê daxwaza  azadiya mafê kurdan bikin. Hûn dê mafê azadî û wekheviya jinê bixwazin. Hûn dê mafê azadiya baweriyan bixwazin. Lê piştî we AKP şand em dê vê yekê têxin meriyetê. Gelê elewî, gelê kurd, jin û rengên cuda dê vê yekê pêk bîne. Em dê hemû bi hevre van daxwazan pêk bînin. Bes em bi hev bawer bin. Bes em bibin yek û pişta hev bigirin. Em destê xwe bidin hev û bi hevre bikin. Ji ber vê yekê 24'ê Hezîranê ji bo me firsendek mezin e. 24'ê Hezîranê ji bo me firsendek dîrokî bû. Em wekî HDP'ê me namzetên rengîn û baweriyên rengîn nîşan daye. Nûnertiya hemû reng û baweriyan dike. 
 
Li Îzmirê namzetê me yê Efrîqî heye. Namzetê me yê Laz ê Derya Reş heye. Ne tenê li Egeyê li hemû Tirkiye ji her reng, bawerî û nasnameyê namzetên cuda hene. 27 rojên me hene. Em xwe bigînin her kesî. Em xwe bigînin her kesî û her dilî. 
 
Buldan, piştre bi Platforma Demokratîk a Aydinê û saziyên sivîl re hat cem hev.