Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e

img

 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ziyaret kir. Temelli, diyar kir ku Dayikên Aştiyê her dem pêşengiya têkoşina aştiyê kiriye û wiha got: "Ji bo ev şer û kuştin bi dawî bibe kirin qêrîn. Lê îktîdarê dijberî vê yekê 'Plana hilweşînê' xist meriyetê. Em bi hevre ji vê yekê re bêjin Êdî Bes e. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Heziranê de Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ziyaret kir. Temelli, Temelli, li gel namzetên HDP'ê û Rêveberên partiyê li Navçeya Rezan Meclîsa Dayikên Aştiyê ziyaret kir. Temelli, ji aliyê dayikan ve hat pêşwazîkirin. 
 
‘HETA DEMOKRASÎ PÊŞ NEKEVE AŞTÎ PÊŞ NAKEVE' 
 
Temellî, di ziyareta dayikan de diyar kir ku heta demokrasî neyê welat aştî pêş nakeve û wiha got: "Ji bo me ziyareta dayikên aştiyê ku hemû barê aştiyê danîne ser milê xwe û hewl didin bibin dengê aştiyê, ji bo me gelek girîng e. Em ji bo dayik duayên aştiyê ji mere bikin hatin vir. Ji bo em bi êşên xwe re rû bi bû bibin, emê dêrsê ji kêmasiyan derxin. Em dê destûr nedin ku êş û winda bidomin. Em dê dawî li wan bînin. Dayîkên Aştiyê ji salên 90’an heta niha têdikoşin. Heta em bi salên 90’an û 2000’an re rû bi rû nebin ne pêkan e em pêşve biçin. Îro roja rûbirûbûnê ye. Ger ku em bên cem hev, divê em milê xwe bidin hev û li hev bên. Divê em rastiyê xwe bibînin û qebûl bikin. Dayikên kurd û tirk hêj bedelê van êşan didin. 
 
‘EM DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN ŞER BÎNIN
 
Temellî, destnîşan kir ku Dayikên Aştiyê bi salan e têkoşîna aştiyê didin û wiha berdewam kir: “Bi salan e bi sedan dayikên ku di nava şer de zarokên xwe winda kirine hene. Wekî Dayika Taybet dema ji bo aştiyê têkoşiyan jiyana xwe ji dest dan. Ez li vir wekî dayikên Şemiyê dixwazin li vir bangekê bikim. Em dikarin li polîtîkaşên şer û hişmendiya şer dawî bînin. Em dikarin dawî li şer bînin. Werin em bi hevre ji vê çûyîna şer re bêjin Êdî bes e. Em bi hevre rawestînin. Dayikên Aştiyê her dem pêşengî kirin. Îktidarê bi înat di şer de israr kir. Lê me her dem di aştiyê de israr kir. Me di aştî û çareseriyê de israr kir. Lê îktidarê "Plana hilweşînê" xist meriyetê. Em di 24'ê Hezîranê de bi hevre dawî li vê yekê bînin. Em dê li ser sindoqan li vîna xwe xwedî derkevin. Em dê piştî 25'ê Hezîranê jiyanek nû ava bikin." 
 
DAYIKA HAVVA: RENGÊ HÊSIRÊN DAYIKAN YEK E
 
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî xwest ziyareta HDP'ê bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Em wekî kesên têkoşîna aştiyê didin, dixwazin xwîn raweste û hesîr bisekinin. Em bang li her kesî dikin. Îro roja rawestandina xwînê ye. Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Ev sîtila xwînê dikele. Divê dayikên kurd û tirk destê xwe bidin hev. Em bi hevre xwînê û hêsirên dayikan rawestînin. Em wekî hemû cîhanê dixwazin bi zarokên xwe re azad bijîn. Îro berxwedana li kolanan ji bo xwîn raweste didome. Hemû dayik destê xwe bidin hev dikarin vê xwînê rawestînin. Rengê hêsirê dayikan tune. Hemû reng yek e. Bila êdî zarok neyên kuştin." 
 
 
Kiran, anî ziman ku hilbijartin ji bo aştî, demokrasî û azadiyê firsendek e û wiha lê zêde kir: “Ger ku em di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser kevin, em dê bi hevre bigêjin azadiyê. Ji ber ku em ji bo hemû gelê cîhanê tekoşîna aştiyê didin. Em bi hemû hêza xwe ji bo şer bi dawî bibe ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê têbikoşin." 
 
JI BO HDP'Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN SINDOQAN VEDIGUHEZIN
 
Piştî daxuyaniyê Temellî, pirsê rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin cihê sindoqan diguherînin û wiha bi dawî kir: "Biryara YSK'ê biryarek şaş e. Ji bo 270 hezar kes cih biguherînin biryar girt. Armanc dikin ku 144 hezar kes biçin herêmên cuda deng bidin. 
Armanc dikin ku HDP’î neçin ser sindoqan. Dixwazin HDP’ê di bin bende de bihêlin. Lê ew çi bikin bila bikin em dê dîsa biçin ser sindoqan. Em dê sindoqan biparêzin."