Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe

img

ERDEXAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erdexanê xîtabî gel kir û got: “AKP dibêje ‘Hedefa me 2023’ê ye.’ Lê dê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe. Hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin. Em ê bi Tirkiyeyek bê AKP şiyar bibin.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya mitîngên li herêma Serhedê ewil berê xwe da Erdexanê. Buldan û heyeta pê re serê sibê zû li ji aliyê welatiyan û karwanê wesayîtan ve li Balafirgeha Qersê hat pêşwazîkirin. Pişt re derbasî Erdexanê bûn. Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen û namzetên HDP’ê yên herêmê li gel Buldan bûn. 
 
NAMZET TAŞKIN AKTAŞ HAT NAV GEL 
 
Gel li ber avahiya HDP’a Erdexanê li hev kom bû. Ji heyete ewil namzetê HDP’ê yê Erdexanê yê ku du roj berê ji girtîgehê tahliye bû Taşkin Aktaş xîtabî gel kir. Aktaş wiha got: “Çi dikin bila bikin, lê em ê dest ji vê dozê bernedin. Vê doza me doza gel e. Em 7’ê Hezîranê ji bîr nekin. Meha Hezîranê ji bo me xêr e û baş e. Wê ev hezîran jî ji bo me baş be.” 
 
'DIXWAZIN GELÊ ERDEXANÊ CEZA BIKIN’ 
 
Pişt re Buldan xîtabî gel kir. Buldan destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê dest bi mitîngan û xebatên bênavber kirin e û got: “Li Kurdistanê cihê ku em ê neçin cem gelê xwe dê tune be. Li Erdexanê her tim rêveber û endamên di bin zextê de ne. Dixwazin gelê Erdexanê ceza bikin. Lê em dibînin ku gelê Erdexanê serê xwe natewîne û xwedî li partiya xwe derdikeve. Wê di 24’ê Hezîranê de yên girtî derkevin û bigîhîjin azadiya xwe.” 
 
'WÊ ERDEXAN BERSIVEK BAŞ BIDE’ 
 
Buldan da zanîn ku 16 sal e AKP’ê ji ewlehiya jiyanê bigire heta tu qadê tu tiştek nekiriye û wiha dewam kir: “Sozên ku AKP’ê da pêk anî gelo? Binêrin gelê Erdexanê ji bo nexweşînên xwe derman bike radibin diçin Erziromê. AKP a ku esnaf, ciwan û jinan dixwaze xelas bike dê di 24’ê Hezîranê de gelê Erdexanê bersiva herî baş bide.” 
 
‘EM Ê BÊ AKP ŞIYAR BIBIN’ 
 
Buldan anî ziman ku gelên Tirkiyeyê teslîmî AKP’ê nebûn û got: “Êdî dema Tayîp Erdogan a ku dem bi neviyên xwe re derbas bike hatiye û partiya herî baş dê welat birêve bibe HDP ye.” 
 
Buldan axaftina xwe domand: “Yê ku were ser rêveberiya vî welatî HDP û namzetê wê Selahattîn Demîrtaş heye. Lê viya baş bizanibin, hem ji HDP û hem jî ji Demîrtaş ditirsin. Çima hûn ji berdana Demîrtaş ditirsin? Demildest dilovan Demîrtaş berdin. Divê demek beriya demekê dawî li vê bêhiqûqiyê bê. Ew me bixin girtîgehan jî ji enyada wan re em ê li gel we bin û li kolanan bin.” 
 
'RUYÊ WAN NÎNE DERKEVIN QADAN’ 
 
Buldan diyar kir ku ruyê AKP’ê û rayedarên wê nîne derkevin qadan û wiha lê zêde kir: “Ev bi pera radibin û radikevin. Welat anîn wî halî ku kes nikare li welêt bijî. Zozanan qedexe dikin û aboriyê xelas dikin. Niha jî dibêjin ‘Hedefa me 2023’ê ye.’ Lê nizanin ku emrê wan têr nake û dê di 24’ê Hezîranê de biqedin. Hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin. Em ê bi Tirkiyeyek bê AKP şiyar bibin.”
    
'HÊZA TU KESÎ NÎNE ME ÎNKAR BIKE’ 
 
Buldan da zanîn ku bi salan e AKP li ser gelê kurd polîtîkaya înkarê pêk tînin û gotinên xwe bi dawî kir: “AKP dixwaze di serî de gelê kurd û hemû gelên din wek wan li Tirkiyeyê bijî. Her kes ne mecbûr e li gorî we bijî. Ziman û rengê kurdan heye. Heta îro jî li Meclîsê kurdan û vîna kurdan qebûl nakin. Hemû nirxên me binpê dikin. Siyasetmedarên gel dixin hepsan û qeyûm tayînî ser şaredariyên gel dikin. Kurd van tiştên qewimîn baş dizanin. Li dijî siyaseta înkarê dê di 24’ê hezîranê de bersiva herî baş bê dayîn. Hêza tu kesî nîne gelê kurd înkar bike. Çunkî li pişt me gelê me heye. Em soz didin ku em ê aştî û demokrasiyê bînin welat. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe û li gorî wê biryara xwe bide. Ev dixwazin HDP’ê di bin bende de bihêlin. Heke HDP di bin bendê de bimîne wê du wekîl ji AKP’ê re biçin. Bila her kes bi vê hişmendiyê dest deyne ser wîjdana xwe. 24’ê Hezîranê dê bibe dîrokek bê AKP’ê.” 
 
Piştî axaftinan mitîng bi dawî bû û Buldan û heyeta pê re debasî Qersê bûn.