Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî DTSO ziyaret kir û got: “Aboriya herêmê têk diçe. Esnaf û gel xwîn digirî û ew jî pereyan dixwin. Teşvîkê ji vir girtine, lê birine li Stenbol, Girava Man û New York’ê xwarin e.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ziyaret kir. Temellî, namzetên HDP’ê û rêveberên HDP’ê ji aliyê Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya û Desteya Rêveberiyê ve hatin pêşwazîkirin. Temellî û Kaya pişt re derbasî Salona Konferansê ya DTSO bûn û derketin pêşberî rojnamegeran. 
 
KAYA: JI BER PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN MIROV DIMIRIN 
 
Di hevdîtinê de ewil Serokê DTSO’yê Kaya axivî û got: “Di pirsgirêka kurd hêj çareserî pêk nehatiye. Encamên wê giran in. Pirsgirêka kurd ji ber polîtîkaya ewlehiyê û daxwazên gel ên nayên qebûlkirin çareser nabe. Ji berk u daxwazên gel nayên qebûlkirin her roja diçe mirov jiyana xwe ji dest didin. Her roja ku diçe aboriya welêt jî têk diçe. Rol û mîsyona HDP’ê girîng e. Ji bo pirsgirêkên li herêmê bên çareserkirin em ê we gelekî aciz bikin. Serdana we ji bo me gelek watedar e. Em di xebatên we hilbijartinê de serkeftin dixwazin.” 
 
‘HER KES XWÎN DIGIRÎ, LÊ EW LI KÊFA XWE DINÊRIN’ 
 
Piştî Kaya, Temellî jî der barê geşedanên di rojevê de axivî û ev tişt got: 
 
“Me nêrînên DTSO’yê girt. Em dikarin 23 roj şûn ve çarenûsa Tirkiyeyê biguherînin. Em diçin û bi kî re dixivin li benda çareserkirina pirsgirêkan e. Hemû Tirkiye li benda çareseriyê ye.
 
Serokomar Erdogan rabûye dibêje ‘dovîzên di bin balgiyê xwe de hûr bikin.’ Cîhana kar xwîn digirî, lê wî bendewariya wî ji dovîza di bin balgiyan de heye. Ev rewşek krîtîk e û tengezar bûye. Tabloyek girîng û xerab li benda me ye. Ne îktîsadê dizanin ne jî demorkasiyê dizanin. Tekane tişta ku dizanin û dixin meriyete pergala yek zilamiyê ye. Li her derî, li her malê û li her kargehê heman pirsgirêka aboriyê derketiye. 
 
Zavayên wan li gorî dilê xwe pereyan xerc dikin û gelê herêmê jî ji bêkariyê aciz dibe. Teşvîkê ji Tirkiyeyê girtine û li Stenbol, Girava Man û New York’ê xwarin e.
 
Em ê bendê bi daxwaza komara demokratîk têk bibin û ji pêşiya xwe rakin. Dê di 24’ê Hezîranê de ya dê rejîma Erdogan têk biçe yan jî wê demokrasî bi ser bikeve. Ya dê her kes bende hilweşîne ya jî dê her kes girê bidin pergala Erdogan.” 
 
Piştî axaftinan civîn ji çapmeniyê re girtî dewam kir.