Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve

img
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî olê îslamê rexne kir û destnişan kir ku herî zêde AKP'ê zerar da olê îslamê û wiha got: "Erdogan bikeve dê faîz bikeve, Erdogan bikeve dê dowîz bikeve." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gelê Bedlisê re hat cem hev. Temellî û heyeta HDP'ê di vekirina buroya hilbijartinê ya navendî de, bi gelê Bedlîsê re hat cem hev û gel slav kir. Bi sedan kes Temellî û heyeta pêre pêşwazî kir. Temellî, di vekirina buroyê de xîtabî gel kir û wiha got: "Bedlis warê çandan û nasnameyên cuda ye. Navenda baweriyan e. Bajarekî piştgiriyek mezn daye olê îslamê. Lê îktîdara îro zerarek mezin daye olê îslamê. Çiqas baweriyên cuda, çandên cuda û nasnameyên cuda bi hevre bijîn ev ji bo me dewlemendiyek e. Lê hikûmeta Îro tevan dike dijminê hev. Îktîdarê ol kiriye amûra siyasetê."
 
'AKP'Ê LI HER DERA TIRKIYE KOMKUJÎ PÊK ANÎ'
 
Temellî, destnişan kir ku êdî dem hatiye ku dawî li seyaseta AKP'ê bînin û wiha berdewam kir. HDP ji bo avakirina Komara demokratîk dixebitin. HDP dê ji 7'ê Hezîranê bêtir deng bistîne. Dê dawî li polîtîkayên kesên ku ol dike amûr bîne. Li şûna encama hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl bike, dijberî vê yekê li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sûr û gelek bajarên din komkujî pêk anîn. Komkujî li gelek bajarên Tirkiye belav kir. Bi ve yekê nehat ser ketin Efrînê. Bi bermahiyên DAIŞ'ê ketin Efrînê. Li bajarê Aramiyê Efrinê mirovên cuda bi cih kirin şêniyên wir kirin koçber." 
 
Temellî, helwesta Erdogan ku Demîrtaş tawanbar dike jî şermezar kir û wiha got: "Erdogan êdî dîrokan tev li hev dike. Êdî her tişt tev li hev dike. 
Em bang li AYM'ê dikin û dixwazin demek beri demekê Demirtaş serbest berdin. 
 
SOYLU DI XIZMETA QESRÊ DE YE
 
Temellî, helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî rexne kir û got: "Soylu ne di asta ku bi Demîrtaş re mijûl bibe ye. Tenê di xizmeta Qesrê de ye. Jê re bêje were tê, bêje here diçe. Tişta tu bike wekî wezîr kesên suc kirine der barê wan de lêpirsîn veke. Tu li şûna vê yekê vala vala di axive. Ji ber ku tu ne ji bo gel, ji bo qesrê siyasetê dike. Vîna te tune ye. Em dê piştî 24'ê Hezîranê hesabê van tevan bipirsin. 
 
'ERDOGAN BIKEVE DÊ FAÎZ Û DOVÎZ JÎ BIKEVE'
 
Temellî, da zanîn ku ger Erdogan ji hikûmetê bikeve dê dowîz û faîz jî bikeve û wiha got: "Erdogan sedema krîza aborî û siyasî ye. Temellî piştî buroya hilbijartinê vekir, tev li bernameya ziyareta gel bû.