Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê kampanyeya hilbijartinê bi rêve dibe diyar kir ku dê pergala zilma heyî di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe û got: “Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike.”

 
 Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kampanya hilbijartinê berdewam dike. Demîrtaş li ser hesabê Twîtterê miharên nû parve kirin û wiha got: “Ger HDP bendavê derbas bike, dê Tirkiye bêhnê bîstîne.”
 
Demîrtaş di peyama hesabê Twîtterê de ev peyam da: “ 
 
“1- Di referanduma 16 Nîsanê de, em kirin girtîgehan, bi komplo û hîleyan qenc kirin. Niha jî ji bo di 24’ê Hezîranê de qezenc bikin min di girtîgehê de digirin. Ji bo vê yekê zextê li Dadgeha Bilind û hemû dadgehan dikin.
 
2- Hin hakimên ku li dosyayên min mêze dikin, ji ber zextên li wan hatin kirin îstîfa kirin û heta gehiştin asta întîxarê. Ligel hemû tiştî, ez baş dizanim gelek hakimên bi rûmet û cesûr hene.  
 
3- Dê pergala zilma heyî di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe. Em ê serbixwetiya hiqûqî û darazê ava bikin, ewlekariya dadgeh û yên bên dadgehkirin jî em ê ava bikin. Bes hûn dengekê bidin HDP’ê û dengekê jî bidin Demîrtaş.
 
4- Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike. Ji ber vê yekê her ku diçe bi uslûbek êrîşkar, min dixe hedefa xwe. Êdî şîrketin alîgir jî bi anketin xwe nikarin rewşê xelas bikin.
 
5- Bila hemû kes xwe ji bo rêveberiyek nû û pêşerojek demokratîk amade bikin. Di vê navberê de, bila ji vê saetê û şûn de kesek ji bo AKP’ê sûc neke û nekeve guhehan. Wê demê dê tenê serê xwe bişewîtine. 
 
6-Ger HDP bendamê derbas bike Tirkiye dê bêhnê bistîne. Di hilbijartina serokkomariyê de ez bawer dikim ku ezê di tura 2’yemîn de bimînim. Di tura 2’yemîn de jî em ê tifaqa demokrasiya berfireh ava bikin û em ê alternatîfek bi hêz derbixin pêşberî gelê xwe. Ev tifaq dê Tifaqa Mîllet derbas bike. Em vê teqez bi ser bixin.”